Parêzgerê Şirnexê Vahdettîn Ozkan ji bo gundî tazmîtanê werbigirin, hevdîtin bi wana re pêk anî, lê belê gundiyên Roboskiyê ev yek qebûl nekirin.
Rayedarên hikûmeta Tirk ku heta niha tu lêborîn ji bo komkujiya Roboskiyê nexwestine, beriya niha ragihandin ku ew ê di çarçoveya Zagona Pêşwazîkirina Ziyanên ji ber Tekoşîna li dijî Terorê Çêdibin’ de 123 hezar lîre pere bide malbatan. Di çarçoveya vê zagonê de divê malbat ji bo wergirtina zagonê serî li Parêzgeriyê Şirnexê bibin. Lê her çendî ji bo demê ji bo serlêdanê hatibû diyarkirin tenê du roj mane, heta niha tu kesek ji bo wergirtina tazmînatê serlêdan nekirine.

Li dij hewldanên walî nerazîbûn

Hate diyarkirin ku Parêzgerê Şirnexê Vahdettîn Ozkan bi hin malbatan re hevdîtin pêk aniye û heta telefonê hin malbatan kiriye û ji wana xwestiye ji bo wergirtina tazmînatê serlêdan bikin. Lê ev hewldanên parêzger li rastî nerazîbûn û bertekên gundiyan hatin.
Gundiyên Roboskiyê dibêjin ku heta berpirsên komkujiyê neyên peydakirin û neyên cezakirin, ew ê tu tazmînatekê jî wernegirtin. Gundî dibêjin; “Ger em tazmînatê qebûl bikin, ev yek tê wê wateyê ku me qebûl kiriye ku zarokên me bikujin.”

Daxwazname dabûn 

Di destpêka meha sibatê de Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê çûbû Roboskiyê, gundiyên Roboskiyê daxwaznameyek ji 8 xalan pêk tên pêşkêşê Komîsyonê kiribûn. Di daxwaznameyê de bal hate kişandin ku bazirganiya li ser sînor bi hay û agahiya leşkeran hatiye kirin.
Di daxwaznameyê de ev agahî hate dayîn; “Em dixwaizn ku hûn bizanin, heta berpirsên vê komkujiya 34 ciwanên me neyên dîtin û neyên darizandin, em tu tazmînat û alîkariya madî ya ji dewletê qebûl nakin. Dilê me diêşe, em ê çawa bikaribin dest bidin pereyê xwîna zarokên xwe.”
Her wiha, di daxwaznameyê de tê xwestin ku divê berpirsên komkujiyê bêne dîtin û wiha tê gotin; “Em dixwazin hemû kesên agahiyên sîxûrî yên fermî û ne fermî dane, hemû berpirsên wê bêne dîtin û derbixin pêşberê dadgehê.” Her wiha, malbatê xwestin ku hikûmet bi awayeke aşkere lêpirsîna der barê bûyerê de pêk bîne.

ANF/ŞIRNEX