MEDÎNE MAMEDOGLU / JINNEWS/MÊRDÎN
Li Nisêbîn a Mêrdînê di navbera 2015-2016’an de ji ber êrişên dewleta Tirk a qirker 6 tax hatibûn hilweşandin û li şûnê avahiyên TOKÎ hatibûn çêkirin. Di mehên borî de welatî li avahiyan bi cih bûn. Li van avahiyan hinek tişt jî hatibûn astengkirin. Yek ji van jî tenûrên nan bûn, lê welatiyan tenûrên beşekî çandê ne, ji nû ve danîn û agirê wan geş kirin. Jina bi navê Latîve Erçîk ku tenûra xwe bi destê xwe çêkir got, ew ji ber êrişan û hilweşandiinê dev ji çanda xwe bernadin.