
Çalakiya PKK’ê ya 15’ê Tebaxa 1984’an a li Şemzînanê bi vegotinên şahidan û belgeyên yekemîn ên ên têkildarî çalakiyê weşandin bû pirtûk.
Nivîskar Emîn Sari, di derbarê çalakiya PKK’ê ya 15’ê Tebaxa 1984’an a li Şemzînanê di encama lêkolîn, hevpeyvîn û şahidên çalakiyên ‘guleya yekem’ pirtûkekê amade kir. Pirtûk bi navê ‘Îlk Kurşunlu Yillar 15 Agustos 1984 Şemdînlî’ ji du beşan pêk tê û ji nav Weşanên Sîtavê derketiye.
Di nava têkoşîna gelê Kurd da gelek bûyer û qewimînên ku bandora xwe li ser civaka Kurd kirine pêk hatine, yek ji wan bûyeran jî di nêzdîroka Kurdan de îlankirina PKK’ê û teqandina guleya yekem a li hemberî hişmendiya tuneker û înkarger bû.
‘Êdî hûn nikarin me bikin kolê’
Pêngava 15’ê Tebaxê xwe dispêre bingeha naskirina xwe ji nû ve, avakirin û partîbûnê. Ev çalakî di heman demê de gerîlatiyêî pêş xist. 15’ê Tebaxê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî pir girîng e.
Nivîskar Emîn Sari jî ji bo ku ev pêngav di nav rûpelên dîrokê de zêdetir ber bi çav bibe xebateke mînak kiriye. Jixwe di pêşeka ku ji aliyê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan hatiye nivîsandin jî ev yek tê gotin. Kalkan dibêje ku hemû pêşketinên li Kurdistanê cewhera xwe ji Pêngava 15’ê Tebaxê digirin. Di pirtûka nivîskar Sari de aliyên xumamî mayî yên vê pêngava dîrokî ango çalakiya Şemzîanan Colemêrgê bi her aliyê wê ve hatiye aşkerakirin.
Wekî fîlmekî sînemayê radixe ber çavên
Yekîneya Propogandaya Çekdarî ya 21’ê Adarê ku fermandariya wê Abdullah Ekîncî (Eliyê Biberçavk) dikir bi 19 hevalên xwe re bi çalakiya li Dihê re hemwext çalakiyê pêk tînin. Di pirtûka ku wekî du beş hatiye amdekirin de salên beriya vê pêngavê, rûyê faşîst ê darbeya 12’ê Îlonê, berxwedana li zindanan, rewşa civakî ya bakurê Kurdistanê hatine vegotin. Nivîskar bi mahareteke mezin û bi hostatiyekê wan salan wekî fîlmekî sînemayê radixe ber çavên xwendevanan. Di beşa duyemîn de plansaziya çalakiyê, dabeşkirina koman, rêvebirina çalakiyê, encamên çalakiyê, gerîlayên ku di çalakiyê de cihê xwe girtine tevli kunyeyên xwe, şahidên wê çalakiya dîrokî bi hemû aliyê xwe ve tê vegotin. Di pirtûkê de têra xwe wêne jî hatine bicihkirin. Pirtûka ku 312 rûpel e ji rûpela destpêkê heta dawiyê bi herikbariyeke ku mirov dema dixwîne jê aciz nabe hatiye nivîsandin. Nivîskar Emîn Sari û Weşanên Sîtavê bi vê xebatê ve ji bo mijên xumamî yên lis er nêzdîroka Kurdan belav bikin xebat û kedeke bêhempa dane.
DÎHA/AMED