Nijadperestî çavê desthilatdariya AKP-MHP’ê kor kiriye. Ji bilî dijminatiya Kurdan çavê wan tiştekî din nabînin. Tawîzan didin her kes û derdora ku dijminatiya Kurdan bike. Tayyip Erdogan ê beriya du mehan ji Haydar El Ebadî re digot, “Asta te çi ye? Tu kî yî?“ bi telefonê lê digere û serokwezîrê xwe dişîne ber lingê wî. Gelo xêra dijminatiyeke hevqasî zêde ya li dij Kurdan wê ji bo Tirkiyeyê hebe? Mîna ku cîhan û herên ne hatiye guhertin, Kurd zane nebûne û bihêz nebûne! Mîna ku wê paranoya xwe bi herkesî bide qebûl kirin! Lê nabe. Tişta ku xwest li Iraqê bi tevahî bidest nexist. Hem tê li Iraqê dagirker be, polîtîkaya mezhebparêzî bimeşîne, hem jî tê daxwaza xwe bi wan bide qebûl kirin! Em nizanin ka li ser çi axivîne û li ser çi lihev kirine. Lê belê di mercên heyî de polîtîkayeke bi tenê ya derbarê Iraqê de nameşe. 

Dibêje ez qebûl nakim li Şengalê, li hin cihê din gerîla hebe. Ji xwe Tirkiye ev 35 sal in qebûl nake. Lê belê gerîla her diçe bihêz dibe û belav dibe. Hebûn û berxwedana gerîla ne girêdayî biryara Tirkiyeyê an guftûgo kirina hin dewletan e. Wê li dij Qadên Parastina Medyayê operasyonê pêk bîne! Li dij Şengalê operasyonê pêk bîne! Ma kesî destê Tirkiyeyê girtî ye? Yên bixwazin bikevinê bila taximê mehterê jî bi xwe re bînin. Lê belê baş dizanin ku ev kar mîna qîreqîrên li ser ekranên televîzyonan ne hesan e. Ji bilî hatina bi marşa Mehterê û vegera bi Marşa Îzmîrê pêde wê tiştekî din neyê jiyîn. Xitabî nijadperestiya ku bi xwe bilind kirin dikin û hewl didin li ser piyan bimînin. Lê rastî ne wisa ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê di rewşeke xirab de ye. Bi şerê psîkolojîk yanî bi bêhndayina çêker dixwaze li ser lingan bimîne.  

Di sala dawî de desthilatdariya AKP-MHP’ê li dij Kurdan êrîşen herî tund ên dîrokê meşandin. Encam; Tirkiye di dema herî lewaz û bêzar a dîroka xwe de ye. Tu caran siberoja Tirkiyeyê hevqasî nediyar nebûbû. Beriya 1980’yi li hundir nakokiyên siyasî û şer zêde bû. Lê belê wê demê jî rewşa Tirkiyeyê hem li hundir hem li derve ne mîna derbasbûna ser pira Selatê re nazik bû. Tirkiye niha hem li hundir, hem li derve di ser pira Salatê re derbas dibe. Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP-MHP’ê qala şerê rizgariyê dikin. Bêgûman ev şer ê rizgariyê ne yê Tirkiyeyê lê belê yê desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Naxwe mîna Tayyip Erdogan diqîre rewşeke ku hêzên derve di nava êrîşeke parçekerin an rûxandina Tirkiyeyê de ne tune ye. Berovajî vê rewşê ji bo parastina desthilatdariya xwe ya faşîst, mîna hemû faşîstan dijminên hûndir û derve diafirînin. 

Gotina dijminên hûndir û derve xeyalî ye. Nearamiya li hûndir û derve di encama polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê de derketiye holê. Ya li dij Kurdan şer dike ev desthilatdarî ye. Ji ber vê yekê Kurd li ber xwe didin û wê hîn bêhtir li ber xwe bidin. Êrîşên DAIŞ’ê vegera li AKP’ê ya cinawirê ku bi xwe afirandi ye. Gotinên Tayyip Erdogan ên “Heger hûn terorîstan destek bikin wê li we vegere“ herî zêde ji bo polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê û Tirkiyeyê derbasdar in. Ji bo li Sûriyeyê bi bandor be, Şoreşa Rojava bifetisîne çeteyên mîna El Nûsra û DAIŞ’ê destek kirin, lê mîna tê dîtin di vê mijarê de biser neket û kete rewşeke xirab. Heleb bi çeteyên xwe da rûxandin, paşê jî ev çeteyên girêdayî xwe firotin. Dewleta Tirk bi vê yekê careke din karakterê xwe raxiste ber çavan. Heta polîtîkayên dijminatiya Kurdan bidomin wê Tirkiye gelek caran bikeve vê rewşê. 

Tevî ku Tirkiye di pêvajoya herî zehmet a dîroka xwe re derbas dibe jî qêrînên Tayyip ên mîna; me hevqasî lê xist, me perçiqand, emê biqerçiqînin zirtepoziyeke vala ye. ‘Lehengi’ya bi tenê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê avêtina zîndanê ya mirovên ku siyaseta demokratîk dimeşînin e. Ji bilî rojane avêtina zîndanê ya bi sedan Kurdî pê de tu lehengiya wê tune ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê difikire ku bi vî rengî wê karibe li ser lingan bimîne. Lê belê ji bilindkirina hêrsa di nava civakê de pêde tiştekî din nake. Civak baş dibîne ku deshilatdariya AKP-MHP’ê bi tirs êrîş dike. Ji xwe sedema dibêjin şerê rizgariyê jî ev yek e. Ev gotin bi xwe jî mikûrhatina lawaziyê ye. Siberoja desthilatdariya AKP-MHP’ê tune ye. AKP-MHP wê vî şerî wenda bikin, hêzên demokrasiyê û Kurd wê biser bikevin. Gotina bi zilmê naçe serî, ji bo desthilatdariya AKP-MHP’ê derbasdar e.   

 Desthilatdariya AKP-MHP’ê çi dibêje bila bêje, Kurd di dema herî bihêz a dîrokê de ne. Heger dewleta Tirk li ber tevahiya cîhanê çokan dişkîne, serî ditewîne û dibêje ji bo temamkirina tevkujiya li ser Kurdan pirştgiriyê bidin min, ev yek bi tenê jî bes e, ji bo were fahmkirin ka kî bihêz e kî lewaz e. Tirkiye li Sûriyeyê têk çû; wê li Rojava jî têk biçe, li Iraqê jî wê têk biçe. Niha Şoreşa Rojava bihêztir bûye. Li Sûriyeyê muxalefeteke bi tenê ya demokratîk maye; ew jî Meclîsa Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. 

Tirkiye wê nikarebe xweseriya demokratîk a Kurdan ya di nava Federasyona Bakurê Iraqê de asteng bike. Dema Tirkiye dema dest biavêje Şoreşa Rojava wê bişewite. Dema dest biavêje Qadên Parastina Medyayê û Şengalê wê bişewite. 

Şansê Tirkiyeyê yê li dij Kurdan biser bikeve tune ye. Ji ber ku Kurd di jiyana azad de bi israr in. Hêza israra jiyana azad xwedî karakterê ku her cure êrîşê bişkîne ye. Di roja me de şansê serkeftina hêzên dagirker û tevkujer li dij hêzên azadîxwaz tune ye. Her êrîş ji kurtkirina temenê metîngariya tevkujer pêde tu encamê nade. 

Heger Yilmaz Guney sax ba wê bi dengekî bi coştir û bilindtir bigota, “Teqez emê biser bikevin.”