Piştî êrîşên hovane yên terorîstên DAIŞ’ê ku di 3 tebaxa 2014’an de li ser herêma Şengalê pêk hatin, Dilşad û Daliya yên ku demek kurt beriya êrîşan zewicîbûn jî neçarî koçberiyê bûn. Dema Yekîneyên Parastina Gel (YPG) korîdora mirovahiyê ya Rojava û Şengalê vekir, ew jî derbarî Rojava bûn û li Kampa Newroz bi cih bûn.

Lê piştî demekê malbatên xwe li kampê hiştin û ji bo ku tevlî berxwedanê bibin vegeriyan Şengalê. Dilşad û Daliya li Akademiya Dewrêşê Evdî perwerdeya leşkerî û bîrdozî dîtin û tevlî nava refên YBŞ’ê bûn.

Daliya ku yek ji jinên Êzîdî yên navçeya Behşîqa ye, diyar kir ew bi jinên  gerîla û bi YPJ’ê yên ku ew ji mirinê xelas kirine bandor bûye û got ku ew bi êşa jinên Êzîdî yên ku dîl ketin destê terorîsta DAIŞ’ê êşiya ye.

Şervana YBŞ’ê Daliya da zanîn erka her xort û keçeke Êzîdî ye ku tevlî YBŞ’ê bibin û wiha domand: “ Roja ku me tiracîdî û êşa êrîşa terorîtên DAIŞ’ê dît, ji bo ku em rûmeta xwe biparêzin û tola jinên Şengalê rakin. Min û hevserê xwe me biryar da ku em tevlî YBŞ’ê bibin.Ji tola şenglê were rakirn û rûmeta wan were parastin erka her keç û xortekî Êzîdî ye ku tevlî YBŞ’ê bibe.”

Dalya diyar kir ku ji gerîlayên jin bandor bûye û got dema li cem gerîlayan an jî jinên endamên YBŞ’e be hestên bilind jiyan dike.

Dalya bang li tevahiya jinên Êzîdî kir ku dest ji kampan û jiyana kolanan berdin û werîn êzdîxanê da ku tola jinên êzîdî hilînin.

Ciwanê bi navê Seîd navê têkoşer Dilşad Amed ku li Şengalê jiyana xwe ji dest daye, li xwe kiriye û diyar kir ku tevlîbûna wî ya berxwedanê erkek e û wiha dom kir: “Ev ji bo parastina civakê yek ji kenveşopiyek Êzîdiyan a Tawisê Melek e. Lewre divê hemû ciwan berê xwe bidin Şengalê. Çiyayê Şengalê bi hezaran salan e şerefa Êzîdiyan diparêz e. Ew striyeke di çavên dijminan de.  Cihê ciwanan ev der e.”  


 ANHA/ŞENGAL