Heya niha di zanyariya Kurdî de derbarê bijîşkiya veterînerî û termînolojiya wê de valahiyek hebû. Veterîner Mûzaffer Avşar ev valatî bi berhemeke giranbuha dagirt.
Mûzaffer Avşar ji bo pirtûkê dibêje, ev pirtûk di zimanê zanyariyê de ji bo bikaranîna zimanê Kurdî mînakekê pêk tîne û wiha dewam dike: “Ez wekî veterîner pê hisiyam ku ji bo ravekirin, vegotin, şîrovekirin û lêkolînên zanyarî zimanê Kurdî pir dewlemend e. Bi gencîneya peyvên xwe, her cure mijarê dikare him devkî him jî nivîskî bide vegotin û bide nivîsin.”
Avşar bi bîr dixe ku cara ewil kedîkirina heywanan û çandiniyê li ser erdnîgariya Kurdistanê dest pêkiriye, li dinyayê belav bûye û weha peyivî: “Axa Kurdistanê ji bo çandinî û sewalkariyê zêdetirîn rewa ye, çawa ku di çaxên berê de hîmê çandinî û sewalkariyê ji hêla gele Kurd ve li ser axa pîroz wekî moderniteya xwezayî hat danîn, îro jî dê bi hişmendiya modernîteya demokratîk, hîmê çandinî û sewalkariya ekolojîk bê danîn.”
Ji bo armanca amadekirina pitûkê jî Muzaffer Avşar dibîje, “Min ev pirtûk di ayendeyê de ji bo hilanîna hewcedariya pirtûka zanyarî ya bingehîn amade kir. Da ku fakulteyên veterîneriyê yên ku perwerdeyê bi Kurdî bidin, ji aliyê vegotin û hînkariya zanîsta anatomiyê de zor û zehmetiyê nekişînin.”
Nivîskar wekî din dide zanîn ku etîmolojiya 41 navên organan ên bi Kurdî, ji hêla lêkolîner û dîroknas Alî Huseîn Kerîm ve hatine şîrovekirin û malavahiya wî dike ji vê kêd û alîkariya wî.
NAVENDA NÛÇEYAN