
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, di merasîma vekirinê ya Şanoya Şaredariyê de Sendîkaya CUP û Komîteya Kurd a Mîlano, çalakiyeke hevpar lidar xistin. Di çalakiyê de terora AKP’ê hate şermezarkirin. Çalakgeran wêneyên parlamenterên HDP’ê yên girtî û pankarta bi nivîsa “Em ê teslîmî faşîzmê nebin” hildan. Çalakgeran dan xuyakirin, ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd bidomînin. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin.
MÎLANO