Piştî êrîşên îna bihurî li paytexta Franseyê Parîsê ku li gorî daneyên fermî bûn sebebê kuştina 129 welatiyên sivîl û birîndarkirina qederê 300 kesî, pêr serokkomarê Franseyê François Holland ragihand ku ew ê 3000 eskerî weke teqwiye bînin paytextê, doh jî serokwezîr Manuel Valls da zanîn ku ku heta sêşemê ev hejmar wê bibe 10 hezar. 

Tedbîrên ewlekariyê û operasyonên li dijî terorîstan bi tenê beşek ji reaksiyona Franseyê ye, Franseyê bi awayekî fermî doza civîna awarte ye wezîrên karê hundir ên Yekîtiya Ewropayê kir. 

Li aliyê din hêzên ewlekariyê jî agahî bi raya giştî re parvekirin û dan zanîn ku yek ji êrîşkaran Sûriyeyî ye û di ser Yewnanistan û Sirbistanê re derbasî Franseyê bûye.

Li gorî nûçeyên di medya Fransayê de wekî din tê ragihandin ku 6 kesên nêzî Omer Îsmaîl Mûstafayî yê welatiyê Fransayê, ku di komkujiya li Salona Konserê ya Bataclan de rola wî hebû, hatin binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de bav, bira û dişa Mûstafayî jî hene.

Li aliyê din, doh danê sibê, li banliyoya Parîsê Montreueilleê di wesayîteke bêxwedî de çekên kalaşnîkov hatin dîtin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên polîsan, wesayîteke reş a  bi marka Seat li Montruiîllê bi awayekî bêxwedî hat dîtin. Polîsê Fransayê di wesayîtê de lêkolîn kir û çekên  kalaşnîkov têde dîtin.

Hat ragihandin, ku pêkan e hin ji êrîşkar reviyabin.

Piştî êrîşa ji şerê Cîhanî yê Duyemîn û vir ve herî dijwar a li welêt de şokeke mezin ji bo civakê pêl da. Li aliyê din li welêt sê rojan şîna neteweyî hat ragihand ku doh dest pê kir.


 PARÎS