Mêvanê Civata Rewşenbîrên Azad yên li Berlînê ya vê hefteyê ji Başûrê Kurdistanê nivîskar û wergêr Şêrzad Hesen bû. Hesen gotareke gelek girîng û naverok dewlemend pêşkêşî civatê kir. Di navenda gotara mamoste Hesen de “Terora Olî û Şerê Pîroz” hebû. 

Rastiyeke berbiçav jî ev e ku babeta têkiliya olê ya bi terorê re bi awayekî zanistî û bê alî nayê nirxandin. Li gel ku du nimûneyên herî ber bi çav û sotîner yên xwe dispêrine ol û bîrdoziya Îslamê li holê ne jî, piraniya aliyên dijber jî xwe di ser babetê re çeng dikin û her dibêjin: “Ev rêxistinên terorist têkilî bi olê re nînin, ev dîktatorên Misilman yên wek Erdogan, Esed, yên Îranî û Siûdî ti eleqeye wan bi ol re nîne. Ew mirovên xerab in, mixabin olê jî xerab dikin û zerarê didinê.”

Cîhad rikneke olî ye

Şêrzad Hesen yek ji wan rewşenbîrên wêrek e ku dijberê wan hizran difikire û nêrîna xwe jî bi eşkereyî dibêje. Hesen balê dikişîne ser babeta cîhadê ku ew rikneke nebenabe ya ola Îslamê ye û di ol de wek xaleke ebedî hatiye destnîşankirin e. Hesen angaşta xwe wiha şîrove dike: “Ereb an jî ûmeta Îslamê wisa bawer dikin ku ew cûreyî herî qenc û pîroz yên mirovan in û ev gerdûn jî ji bo wan ji Yezdan wek mîrateyekê maye. Her kesê ku di jiyana xwe de herî kêm carekî neçûbe cîhadê, divê guman bike ku biçe bihûştê!…”

Dîroka Mesihîtî jî qesabxane ye

Şêrzad Hesen xaka Mezopotanyayê jî wek cih û jêderka desthilata baviksalarî bi nav dike û angaşta xwe jî wiha rave dike: “Sê olên esmanî hene ku her sê jî li xaka Mezopotamyayê çêbûne; di nav 1200 km yan de bi sedan pêxember hatine ku tev jî mêr in. Divê mirov Mesîh hindek jê cuda bike, ji ber fîgûra Dayîk Meryem hindek dayîksalarî ye lê dûvre ew jî bi tundî dikeve bin sîmbola Bav Yezdan û di xizmeta pergala baviksalarî de dimîne her wisa dîroka Mesihitî jî vedigere qesebxaneyeke gewre.”

Serdama xwedawendan û ax

Şêrzad Hesen serdema dayîksalarî ya ku desthilata jinê li dar bû jî wek serdema herî sûdewer a mirovahiyê dinirxîne û der barê vê yekê de wiha diaxive: “Jin dermansaz bû, zarok xwedî dikirin. Xwedawendên herî mezin ji jinan derdiketin. Li aliyê din serdema pir-yezdanî jî serdemeke pir qenctir bû ji ya baviksalariyê. Lewre mirovan yezdan û xwedawendên xwe didîtin; ax, av, roj, baran û heta mirov jî di nav de tev de rasteqînî bûn, ax rasteqînî bû, dida û diafirand her wisa têgiha axê dûvre vegeriyaye ser welatî. Lê piştre yezdan derket esmanan û nema xuya kir. Di heman demê de kirasê mêraniyê jî li xwe kir ku ew jî heta roja me wek desthilatiya tund û tûjiyê berdewam e.

 Reform pêwîst e

Gava têgih an jî pergaleke ramanî ya ku xwe wek ebedî, ezelî, mutleq û pîroz bibîne ti riyên din yên zanistiyê li pêş xwe nahêle, cihê niqaş û gumanê tê de namîne. Dive bê niqaşkirin ku gelek kiryarên îro sedîsed bi yên serdema destpêka Îslamê re jî hevreng in. Bi ya min divê ola Îslamê jî mina Mesihîtî deriyê niqaş û reformê li xwe veke. Eger ne wisa be, mixabin DAÎŞ ji nav biçe jî, dê her ew feraset li Rojhelata Navîn zindî bimîne û mirovahiyê tehdît bike.” 

Belê mamoste Hesen hîna gelek xalên dîtir jî şîrove kirin lê me mecal nîne em behsa bi hemûyan bikin. 

Rastiyeke din jî heye ku divê mirov ji bîr neke, fundamentalîzma olî destpêkê li Rojava derdikeve, xaka jidayîkbûna vê nexweşiyê Emerîka û Ewrûpa ye. Her wisa eger ne ji kesayetên wek Martin Luther, reform û ronesansiyan bûya gelo dê niha halê Ewrûpa û tevahiya mirovahiyê çawa bûya? 

Têkiliya jin û mêrî ya azad

Şêrzad Hesen belayeke girîng a li pêş Îslama Sunnî jî qedexeya seksê, nebûna têkiliya azad ya di navbera jin û mêrî de dibîne: “Luther jî zewaca keşeyan serbest kir, li Îranê çima mehra demdemî heye? Lewre nebûna têkiliya zayendî dikare bibe sedemê gelek nexweşînan, heta bi faşîzmê jî. Kesayetên mêr yên Îslamî jiyana xwe di nav wê xeyalê de derbas dikin, heta dizewicin û piştê wê jî xeyala horiyên bihûştê hizra wan dagir dike. Ev jî rê nade ku mirovên xwediyê hizr û baweriyên durist derkevin. Ev cure kesayet ji tundiyê re bingeheke xwezahî ye.”

Şêrzad Hesen her wisa rexneyên tund li partiyên Başûr jî kir ku di serdema 25 salên desthilatê de di warê zanistî û perwerdekirina nifşeke zanyar de ti xebat û pêşketin neanîne.. 


Şêrzad Hesen kî ye?

Wek edîp û zanistekî ji başûrê Kurdistanê di navbera salên 1951-52´an de li Hewlêrê jidayîk bûye. Beşa wî ya bingehîn ziman û edebiyata Îngilîzî ye. Hesen heta niha gelek berhem ji Îngilîzî wergerandine û li gel gelek çîrokan heft roman jî nivîsandine. Sê pirtûkên wî ji Soranî bo Kurmancî hatine wergerandin.


YEKO ARDIL / BERLIN