Hikûmeta birayên Misilman li Lîbyayê tevî destegîrên xwe yanî koalîsyona DAIŞ, El-Qaîde û Dewleta Tirk di şerê van çend rojên dewiyê de derbên giran xwarin. Bi dehan çeteyên dewleta Tirk ên ji Sûrî hatin kuştin û navenda kontrolkirina dronên bi sîleh li Misrata hat îmhakirin, tevî bi dehan maşînên eskerî. Bi vê re jî xeyalên dewleta Tirk ên nifûza li Derya Spî êdî hêdî dimirin.
LUQMAN GULDIVÊDoh û pêr li Lîbyayê li taxa Eyn Zara ya ser bi paytext Trablûsê şerên dijwar qewimîn. Di şer de li gorî agahiyên Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ku li dijî çeteyan şer dike, navenda kontrolkirina dronên bi sîleh (bi tirkî SÎHA) a li Misrata hat îmhakirin. Heman çavkanî dibêje, wan pêr li Eyn Zara 29 çeteyên dewleta Tirk ên ji Sûrî kuştine. Heman rojê 3 dronên bi sîleh ên Tirk û droneke çavdêriyê hatiye xistin. Çeteyên dewleta Tirk bi xwe, êdî ji bereya şer direvin, naxwazin şer bikin. Dewleta Tirk bi meaşnedanê, yan jî bi şandina meaş a ji malbatan re bi şertê ku şer bikin, gefan li çeteyên xwe yên ziravqetandî dixwe. Wiha diyar e ku li Lîbyaya ku dewleta Tirk bi koalîsyoneke ji DAIŞ, El-Qaîde û eskerên xwe destekê dide hikûmeta Birayên Milsilman, xewnên desthilatdariya Tirk ên li Derya Spî jî tên veşartin; êdî hindik maye terqîna wan bê xwendin.

Bi xwe xwe li belayê qewimandin
Şerê di navbera Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ku xwe weke artêşa parlamena hilbijartî dibîne û li dijî Hikûmeta Tifaqa Neteweyî ku para bêhtir Birayên Misilman li piştê ne, şer dike. Ev Hikûmeta Tifaqa Neteweyî piştgiriya komên çete yên nêzî El-Qaîdeyê dike û dewleta Tirk jî pêşî sîleh û pere danê ji bo berjewendiyên xwe yên li Derya Spî, lê paşê bi eskerên xwe jî li Libyayê bû aliyekî şer. Halê hazir li Libyayê bêhtirî ji sedî 95’ê welat di kontrola Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê de ye, lê paytext Trablus û Misrata di kontrola Hikûmeta Tifaqê, artêşa Tirk û çeteyan de ye. Tevî ku Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê beriya du hefteyan ragihand ku ji ber şewba koronayê ew ê agirbestê di pratîkê de bi cih bînin, çeteyên dewleta Tirk 26 Adarê êrişê baregeha hewayî ya Artêşa Neteweyî ya Lîbya ya nêzîkî Ebû Griyanê ya li bakurê paytextê kir, şer ji nû ve dijwar bû.
Bi dehan çete hatin kuştin
Li gorî çavkaniyên eskerî ji Lîbyayê pêr 29 jê çeteyên dewleta Tirk ên ji Sûrî, 44 çeteyên hikûmeta tifaqê hatin kuştin. 17 jê giran, 37 jî birîndar bûn. Heman rojê 3 dronên bi sîleh ên dewleta Tirk hatin xistin, yeke din a çavdêriyê jî hat xistin. Li gorî çavkaniyên eskerî yên ji Lîbyayê artêşê bi êrişeke hewayî navenda kontrolkirina dronan a dewleta Tirk li Misrata jî îmha kiriye û jixwe yek ji dronan hingê ji ber xwe ketiye. Vê rojê li dijî Misrata û baregeha hewayî ya li bajêr 6 êrişên hewayî hatin kirin. Tevî ku îdîayên kuştina efser û eskerên dewleta Tirk jî hene, ev agahî nekarîn bên piştraskirin. Pêr wekî din 3 maşînên zîrîhpoş ên ji dewleta Tirk dayî çeteyan ên tîpa !CV-15 ketin destê artêşa neteweyî. Maşineke zîrîhpoş a tîpa Kirpî jî hat îmha kirin û yeke din kete destê artêşa neteweyî. Ji bilî vê 11 maşinên din ên çeteyan hatin îmhakirin û 3’yên din ketin destê artêşê.
Roja beriya wê jî di şer de 16 kuştiyên çeteyên hikûmeta tifaqê çêbûn, droneke bi sîleh hat xistin û 2 maşînên zirîhpoş ên tîpa ACV-15 jî ketin destê artêşê.
Herçî doh e, keştiyeke şer a artêşê fuzeyeke ji Subrata avêtî ya li dijî Alwîtya xist erdê. Li nêzî bajarê El-Acîlatê jî droneke bi sîleh a dewleta Tirk hat xistin.
Di nava kuştiyên van hersê rojên dawiyê de fermandarê çeteyan ku dewleta Tirk nasnameya fermandartiyê dayiyê Ebû Hesen Hindawî jî hat kuştin.
Ji bo ku Tirkiye ambargoyê binpê neke
Nûçeyeke nû jî li Lîbyayê ew e ku êdî dewleta Tirk wê bi rehetî ambargoya sîlehan nikaribe binpê bike. Lewma operasyona Irini (aştî) ya ku Yekîtiya Ewrûpayê wê bi rê ve dibe, doh dest pê kir. Armanca vê operasyonê ew e ku ambargoya sîlehan a Neteweyên Yekbûyî karibe ferz bike. Navenda operasyonê wê Îtalya be û nexasim jî bi beşdariya artêşên deryayî yên Fransa, Îtalya û Spanyayê wê bi rê ve biçe. Amîralê Îtalî Fabio Agostini fermandarê operasyonê ye.
Çeteyên dewleta Tirk hew dixwazin şer bikin
Ji nava çeteyan li gorî rojnamevana lêkolîner, Lindsey Snell* gelek kes êdî fêm dikin ku şerê li Lîbyayê gelekî kujer e ji bo wan û hew dixwazin şer bikin. Ew agahiyên xwe disipêre çavakaniyeke ji nava çeteyên Tirk ên li Efrînê: “Agir bi Lîbya ketiye. Herî kêm 86 TFSA (ji bo çeteyên Tirk tê bikaranîn) ji ber ku nexwestin fermanan bi cih bînin, di hepsê de ne. Lîbyayiyan xwest ew bên girtin, û hêzên Tirk jî ew girtin. Ev zilam ji piraniyan koman (komên çete) ne. Bi tenê HTŞ (El-Nusraya berê) di nava wan de nîne. Ew bi temamî li gorî fermanan tevdigerin.
Gelek TFSA’yên ji Eyn Zarayê vegeriyan êdî ji beriya bi çendekê ve red dikin şer bikin. Niha ew (dewleta Tirk) meaşan nadin şervanên li Lîbyayê. Ew meaş didin malbatên wan ên li Efrînê. Ew bawer dikin ku ev yek wê bike ku ew bêhtir dildar bin, ku bi ya fermanan bikin."
* Agahiyên ew dide, ji gotara bi navê From Destruction to Construction in Eastern Libya ya di malpera investigativejournalism.org de hatine wergertin.
Koalîsyoneke DAIŞ, El-Qaîde û dewleta Tirk
Hejmara çeteyên dewleta Tirk ji Sûriyê şandin Lîbyayê li gorî texmînan bêhtir e ji 6 hezaran. Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê, General Ehmed Mismarî beriya niha gelek caran bi delîl nîşan da ku di nava van çeteyan de gelekên ji nav refên DAIŞ’ê û El-Qaîdeyê hene. Çavkaniyên ji nava çeteyên dewleta Tirk jî piştras dikin ku gelek çeteyên HTŞ’ê (El Nûsraya ku berê El-Qaîdeya li Sûrî bû) di nava çeteyên li Lîbyayê de hene. Yanî li Lîbyayê alîkariya dewleta Tirk dide hikûmeta Birayên Misilman weke koalîsyoneke DAIŞ, El-Qaîde û artêşa Tirk e.