Wişş mala minê, Xwedê ji nezera çavan biparêze! Çi padîşahekî bi wîjdan, çi serkêşekî xêrxwaz! Çi camêrekî welî-nîmet! Çi misliman-minafiqekî bi îman! Di hefteyê de du saet dersê zimanê hilbijarte! Wehw! Wî ev wekî tesediq pêşkêşê me Kurdan dike! 
Belê we şaş nebihîst; ev heqaret, ev gotinên bêwîjdan, dîsa ji Erdogan ê ku xwe wek xwediyê sînorên dema împaratoriya osmaniyan û serkêşê welatê îslamî dibîne, hat. Wî hemû AKPeyî ji xwe re kiriye pîrek, ji wî wetrê herkes wekî AKPeyîyan e û dikevin kemîna wî, lema dixwaze wekî wan dûvikên xwe hemû rindiyên li Anatolyayê jî biherimîne. Belê wî padîşahî, al-î keremeke bêteşe kir û soza; di hefteyê de DU SAET DERSA HILBIJARTE  ji bo Kurdî wek tesediq bide, da!
Ev rasterast Bêwîjdanî û minafiqî ye. Ev gotinên min ne heqaret in. Bi sedan caran alimên baweriya îslmî destnîşan kirin ku di gelek ayetan Quranê de behsa mafê ziman tê kirin û tê mîsagorkirin ku ziman dayîneke xwedayî ye û mafê her evdê Xwedê heye ku fêrê zimanê xwe bibe. Lê mafê tu evdî jî tune ku wî zimanê qedexe, yan jî bi sînor bike. Esas li gor rastiya dînê îslamê, yekê ku heyîya Xwedê daye înkar bike, dibe kafir. Lê min dîsa jî zimanekî nerm î aşitiyane bikaranî.
Ev li gor hiquqa navnetewî û mafê mirovan (Konvensiyona Cenevrê) jî heqareteke li mirovahiyê, li normên navnetewî, li mafê fêrbûnê kirine. Li tu welatê Ewropê kelem li pêşiya fêrbûna zimanan tune. Lewre hemû cihan, mafê zimanê zikmakî wek mafeke xwezayî dibîne. Li cihanê bê Kurdî tu ziman bi saetan nehatine sînorkirin. Tu serokwezîr û serok dewletên welatên cihanê jî, bi vî awayî xwe biçûk nexistine û naxin. Li gor zagonên navnetewî xwe tewanbar nakin. Pozbilindî çalm û quretî bê teşetî ev helwesta wî tenê ye.
Ev yazdeh sal in ku ez li Almanya eyaleta Saksonya jêrîn di hefteyê de 25 (bîst û pênc) saet dersa zimanê Kurdî didim. Heta hin hempîşeyên min ên mamoste jî di hefteyê de 28 (bist û heşt) saetan dersê zimanê Kurdî didin.
Min carê nivisî bû, ka dersa hilbijarte çi ye: Bi destûra we, ez wê  li vir dubare dikim. Di cihanê de dersên hilbijarte tenê ji bo zimanê bîyanî yê duyem û beşeke hunerê  tê zanîn. Ango Tirk dikarin li gel zimanê ingîlîzî, zimanê Kurdî jî wek zimanê biyaniyê duyem fêr bibin, ev dibe hilbijarte. Dîsa mînakeke din; li Almanyayê di dibistanan de îngîlîzî mecbûrî ye, lê fransî, îspanyolî û zimanen din jî wek zimanê biyaniyên duyemîn tê hilbijartin ji vê re zimanê hilbijarte tê gotin.
Ew ji bo Tirkên Almanyayê, Kosovayê ûhwd. Zanîngehan, lîseyan, perwerdeya bi Tirkî, di tevahiya rojê de bi Tirkî jiyanê dixwaze. Lê dema mijara Kurd û Kurdî jî derdikeve pêş wî, durûtiya wî jî destpêdike. Jiwê jî  li hember Kurdan tenê zimanê heqaretê bikartîne. Ev gotina wî ya; „di hefteyê de du saet dersa hilbijarte ji bo Kurdî,“ rasterast li Kurdan heqaret e. Ew vê heqaretê bi zanistî dike. Her gotinên wî yên di derbarê Kurdan de heqaret û dijûn in. Heta silav dayîna wî jî bi awayê çêrkirinê ye. Em silava wî jî naxwazin, bes bila devê xwe bigire.
Çend mînak: „Kurdên min, bajarê min, mislimanê min! Me tazmînat jî da wan! Me ji wan re televizyon vekir! Heftê de du saet dersa hilbijarte Ûhwd.“ Ev gotinen wî bi tevahî heqaret in. Di van gotinan de yek tîpekî însanî jî tune. Tu kes ji me, malê bavê wî nîne. Em parsek jî nînin. Êdî bes e ku ew li me heqaretê bike. Gotineke Tirkan heya dibêjin: „Bila siya te li min nebe, siyaneta te naxwazim!“
Tiştê girîng; wî di kijan kêliyê û momentê de ev soza wek heqaret şingand. Divê mirov li vê binêre. Li pey ku fermana girtina şaredarê Wanê û bi dehan siyasetmedarên Kurd da, polêsên wî jî li ser vê fermanê di ser malan de girt, li gor lîsteyê mirov civandin û xistin zîndanê, Ev gotin ji devê wî derket. Ango ji bo ku bikanin berteka gel û cihanê bidin rawestandin, tevliheviya di nava partiya xwe de bêdeng bikin; Abullah Gul çû ziyareta Mexberê Ehmedê Xanî û Erdogan jî ev soza wek heqaret d, daku bikane wan çend Kurdên bêkêr li dor xwe bigire. Ango ne tenê heqaret e, raste rast xapandineke bala giştî ye jî.
Lê rastiyeke nayê guhertin heye. Kesên ku wiha tikbûr in û di ser xwe re diçin, wisa xwe di neynika dêwan de dibînin, wekî gotinên vê stranê: „Min dî şêx wê de hat bi şaşik û cube yî!..  pozbilind in, di demeke kurt de bi awayê vê heyranoka Kurdan jî bi serî ve dikeve nava pîsîyê. „ Xewka min hato, ez raket in, gelî kûr bû ez daketim, di nav heval û hogiran de, bilind firyan nizm ketim!“ Wê ewê wisa bikeve, tevahiya axîna dayîk û zarokên Kurdan di firinikên wî re bibe xwîn  û biherike.
Bila tu Kurd bi vê tesediqa wek geşta didin dest parsekan nexapin! Vê wek lutufek pêşkêşê gelê me mekin. Heta li ser tişteke wiha nîqaş kirin jî, li gelê Kurd heqarete. Divê li her qada ku Kurd lê ne, ev bi tundî were teşhîr kirin.