
Li Rojhilata Navîn mirov nikare ji ol û baweriyê cihê bifikire li dîroka ‘heqiqet’ê û xweîfadekirina formên wê. Tesewif jî yek ji van forman e ku bandora wê ji felsefeyê heta bi wêjeyê li her warê zanistên etîk û estetîkê xwe daye der. Heqîqet, lêgerîna wê û tesewifê tesîra xwe li ser wêjeya Kurdî jî kiriye û wêjekarên klasîk ên Kurdî jî xwe bi tesewifê îfade kiriye. Me xwest li ser vê babetê bi nivîskar û rojnameger Rêşad Sorgul re biaxivin. Jixwe Rêşad Sorgul di pirtûka xwe ya bi navê “Pêjna Feqî” de destana Feqîyê Teyran “Şêxê Senaniyan” vegotibû. Her wiha Rêşad Sorgul yek ji wan nivîskaran e ku daqulî wêjeya klasîk a Kurdî bûye û di vî warî de têra xwe serwext e.
Gava babet kesayetek wekî Feqiyê Teyran û serhatiya Şêxê Senaniyan be divê mirov bi pirsa tesewifê dest pê bike? Li gorî Rêşad Sorgul tesewif çi ye?
Bi ya min di warê dînî de, ji bo felsefeyê sînor hene. Pêdiviya kesên dixwazin derkevine derveyî wan sînoran bi riyekê heye. Mîstîsîst jî dibêjin, ew rê û rêbaz tesewif e. Mirov dikare mutesewifan di dîn de wekî fîlozofan jî bi nav bike. Ew dikarin bifikirin, dikarin derkevine derveyî sînoran, lê bêguman vê jî di çarçoveya dînî de dikin. Qalibên dînî naêşînin. Şêweyekî fikrê ye, felsefeyê dike, hûr û kûr pê de diçe. Mutesewif hewl didin xwe ji her tiştî bişon; girîngî bi mal û milkan nadin, bi hêmanên manewî ve dadikevin. Mijara wan jî pirtir Xweda ye.
Tesewif piştî Quranê derketiye holê, wekî mezheb û terîqetan dûv re derketiye. Pirsa, gelo mirov dikare wan di çarçoveya dînî de li ku bi cih bike? Kesên vê pirsê dikin, qalibên heyî, sînorên heyî wan teng dikin, tasewif û mîstîsîzm hinek wî sînorî dişkîne. Eger ne wisa be nikare. Ji ber hindê, xwe ji heyînên dinyewî dişon. Ji ber ku tahm û lezetên dinyewî mirov girêdidin. Jixwe fikra azad pirr tê niqaşkirin, însanek çawa dikare azad bifikire?
Mirov dikare tesewifê jî wek lêgerîna azadiyê bi nav bike?
Li ba min cihekî wê yê wisa watedar heye. Hewldan, gerîn û daxwazeke wê heye, ber bi azadiyê ve ye.
Di nav çarçoveya olî de ye, di nav wê de rê vedike. Hostatî û pisporiya wê jî ew e, hewl dide di nav wê de manewra bike, melevaniyê bike. Di nav wê de dinyaya tengbûyî fireh bike.
Bes muxalefetek li hemberî ola serdest nîne?
Li gorî dem û serdemê car caran ew jî çêdibe. Di her demê de kesên xwedî berjewendî hene, gava ket nav sinorên wan, dikare wek muxalefet jî encam bide. Mirov dikare Xellacê Mensûr wisa bi nav bike. Babeta Ena El-Heq ji dîn re ne xerîb e, di dîn de Wehdet-ul Wucûd heye. Mutesewifên berê û yên niha jî gotine û dibêjin, her tiştê heyî parçeyek ji Xwedê ye, ti tişt ne li derveyê wî ye. Ya girîng Xellac di kîjan demê de û di çi wateyê de got, wisa jî serên tîrên wî gihiştin kê? Kê pê êşiya.
Li Kurdistanê tesewif çawa bi pêş ketiye, mutesewifên Kurd kî ne?
Li Kurdistanê jî terîqet, şêx û meşayîx hene, wek neqşebendiyan û hwd. Hind terîqetên wendabûyî yên wekî Gulşenî û Rûşenî jî hebûn, di dema Şêx Seîd de çûn tevli serhildanê bûn. Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî jî bi ya min ehlê tesewifê ne. Beşek ji helbestvan û nivîskarên Kurd di warê tesewufê de jî têra xwe xurt in.
Xanî ji aliyê gelek derdoran ve wekî pêxemberê welatparêziya Kurd tê qebûlkirin, lê yên din jî mirov dikare wisa bibîne û bi nav bike, wekî; Neqşebendî, Qadirî û yên din?
Hind tişt di dema xwe de bi mane ne. Wek mînak şêx, şêxîtî, belkî îro aliyên wan yên negatîf li pêş bin û em jî bi çavekî neçê li wan binêrin. Terîqet wek ekol û komeleyan in. Sazî ne, saziyên civakî ne. Ji ber pêdiviyên civakî derdikevin. Pêşengiya hind tiştan kirine, mirov dikare heta radeyekê wek muxalefetê jî bibîne. Di tarîxê de hin tişt hene xwe dubare dikin, desthilat wan muxalefetan piştî demekê entegre dikin. Gava muxalefet di warê aborî de çavnebariyê dikin û desthilatdarî jî hestiyan diavêjine ber wan. Hêdî hêdî wan dixine bin baskên xwe. Divê mirov di çarçoveya dem û mekan de li wan binêre.
Ango yên beriya komarê û piştî wê jî cihêreng in?
Bêguman ji hev cuda ne. Beriya komarê jî yên bi rola sîxurtiyê radibûn, hebûn. Wek mînak; di dema Osmaniyan de hinekî xweserî hebû. Civak hinekî din bi destê xwe bû, hîmê împaratoriyê ne wek yê komarê bû. Jixwe împaratorî ji etnîsîte, bîr û baweriyên cuda pêk hatibû. Bacê didin, esker didin hwd. Lê di nav xwe de di warê çand û ziman de xweser in. Helbet divê mirov qirkirinên Êzîdî, Ermen û Suryanan ji bîr neke. Ji sala 1925’an ve mirov demê wek serhildan bi nav dike. Di belgeyên Xoybûnê de wekî serhildana Kurd hatiye pênasekirin, ez vê jî qebûl nakim, zêdetir mirov dikare behsa dagirkeriyê bike. Êdî şêx, mela û hwd bi sîxuriyê radibin, hejmareke kêm welatparêz in, lê piranî terîqet wek sixûr tên bikaranîn. Êdî dîn ji bo tevizandin û bêtesîrkirina civakê tê bikaranîn.
Di klasîka Kurdî de Feqiyê Teyran ji bo te û ji bo Kurdan çi îfade dike?
Feqî yek ji wan giregiran e ku em tim behsa wan dikin, wek Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û hwd. Lê Feqî ji dîwanê dûr e, gelêrî ye, bi zelalî dipeyîve. Helbestên wî hene, yek ji wan jî Şêxê Senan e. Wekî din jî versiyonên Şêxê Senan hene. Leyla Mecnûn jî bi qasî 13 versiyonan heye. Wek Mewlûdê ku bi gelek zimanan heye. Li ser heman meseleyê herkesî bi awayekî nivîsandiye. Wek Seyfulmulik a Siyahpoş. Feqî dibêje, derdê min ne Şêxê Senan bû, min ya dilê xwe pê nohtiye. Ji bo min pirs ew bû, çi di dilê wî de hebû.
Di babeta feqîtî, teyr û cihê jidayîkbûna wî de hîna niqaş hene, nêrîna te di vî warî de çi ye?
Roja ji dayikbûnê, deh li pêş, deh li paş ne girîng e. Lê teyr babeta lêkolînê ye. Gelek kes dibêjin wî bi zimanê teyran dizanîbû, bi zimanê avê dizanîbû. Kerametên wî hebûn yan tinebûn. Ev ciyê niqaşê û şîroveyê ne. Çend navên wî jî hene wek, mîm () û he (), Mihemmed bi kar aniye. Ez jî gelek li ser difikirim, çima teyr, çima av. Ez jî dibêjim, her tişt zimanê xwe heye, ya girîng tu zanibî pê re bipeyîvî. Kî dibêje, madde bê zar û ziman e, heywan bê zar û ziman in? Kî dikare bibêje fikra wan nîne? Ji ber wê jî Feqî heta çi radeyê xwe gihandiye hin tiştan, ev girîng e.
Feqî ji kîjan aliyên xwe ve ji yên din vediqete, her wiha ji bo te taybetiyên wî yên resen çi ne?
Ez gelek caran bi awayekî xeyalî li wan dinêrim. Xanî li ba min wek kesekî giran li serê dîwanê rûniştiye xuya dike û mirov nikare li cem wî bipeyîve. Bi teqleke giran dipeyive, pir kûr bi meseleyan dadikeve, mirov nikare jê fêhm bike, behsa muzîkê dike, behsa cureyên xwarinê, kulîlkan, kincan dike. Mele di helbestê de xurt e, rewan e, xweşbêj e, cazib e, têra xwe serdest e. Feqî sivik e, gelêrî ye. Li cem miletên din jî ev awa hene.
Berhema Şêxê Senan dikeve kîjan beşên wêjeyê?
Hinek dibêjin roman e, ez dibêjim çîrok e. Senan çîrok e, malik in.
Şêx aşiq dibe, dîn dibe, bi çolan dikeve… dikeve pey keçika mesihî û heta şivantiya berazan dike. Ev ji bo şêxekî bobelat e, karesat e, yan na?
Feqî aliyê Gurcistanê dide nîşan, keçik mesîhî ye, ne misilman e. Bi ya min ev tev de mecazî ne. Di vir de jî evînî, şerab, meyxane hene. Keçik û şerab di rastiyê de hene yan tinene: bi tenê teşwîq û mecaz in: ciyê nîqaşê ne, eger tinebin çima bi wî awayî tên teşbîhkirin? Tê gotin ku ilmê mecazê ye ya rastî tu li fikra min bipirsî, gelo mecaz e yan ne mecaz e. Her du jî tê de hene. Feqî jî wek herkesî ciwantiyek, feqîtiyek derbas kiriye, dibe ku hin tişt di dilê wî de mabin. Dibe ku bi riya van tiştan, van sembolan behsa Xwedê jî bike. Di nav hevdu de ne, ji hev ne qut in, belkî edebiyat û mubalexe jî hebin. Ev kal kî ye, keçik kî ye? Çima keçik ne misilman e.
Şêx heqîqet dîtiye, beraz û Quran ji bo wî bê mane ne. Mirîd jî wisa. Ya rast jî ew e, ez jî wisa dibêjim. Ma kesî dîtiye, nêçîr nêçîrvanê xwe bikuje. Aşiq li ber maşûq çokê dişikîne. Çawa Şêx li ber xezalê stûyê xwe xwar dike.
Pêjna Feqî û babeta Şêxê Senan çawa xwe li te kirin mêvan ku te pêdivî bi nivîsandina çîrokê dît?
Mixabin haya gelek Kurdan ji babeta Şêxê Senaniyan nîne. Divê Kurdan bi piranî pê bizaniya. Ji bo min bû xem. Zimanê wê serdemê baş jî nayê fêhmkirin. Min xwest hinek kin bikim û zimanê wî jî sivik bikim. Ji bo bi nifşê îro bidim nasîn, wisa jî min çîrok di nav çîrokê de hûnand. Ji ber ku îro û doh ji hev ne qut in. Hem danîna têkiliya wan ya îro û dayîna peyama ji bo sibê jî. Feqî îro jî hene, yên li ser şopa wan hene, yên li heqîqetê digerin hene. Ew Şêxê li Cizîrê ku min nivîsiye wek Pêjna Feqî ye. Sara kesek esasen li ser şopa heqîqetê ye. Digere, bimeraq e, dirust e,
Heqîqet çi ye?
Gotineke Erebî ye; di felsefeyê de weke têgîn û musteleh cihê wê heye. Lewre gava tu tercûme dikî ji gotina “rastiyê” vediqete. Navbera wê û rastiyê de cudahî çêdibe. Wek ûtopya ye, tu lê digerî, li ser şopa wê diçî. Ya ku xwe ji her tiştê şûştî ye. Lê “rastî” ya ber bi çav e, “heqîqet” ji wê wêdetir e. Xwe dispêre fikrekê, şopa wê, pêjna wê heye, lê ew bi xwe nîne. Heqîqet wek çivîka cotkar e, her li pêşiya te ye, tu her diçî ew dûr dikeve. Ji ber ku ew wek armancekê ye, tu tim li pey wê yî, divêt heqîqet wisa jî be.
YEKO ARDIL/BERLÎN