Tesfiyekirina netewe dewleta Tirk
Karayilan ji bo dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê got, tenê weke hêzeke eskerî ya dagirker maye û ew ê êdî weke dagirker eskerî jî nikaribe li Kurdistanê bihewe.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got, “Artêşa Tirk ku di şerê dijî gerîla de têk çû, şerê li Kurdistanê bi berdêla bi milyaran dolarî veguherand şerekî teknolojîk. Ji bo vê jî bi her awayî mesref kir. Lê heta ku koka civaka Kurdistanê li ser vê axê hebe, bîrdozî û felsefeya Rêber Apo jî wê hebe.” Karayilan got, Delweta Tirk êdî li kurdistanê bi tenê bi zora eskerî wekî dagirker heye û bi xurtkirina berwedana li dijî dagirkeriyê de, ew ê bi hêza xwe ya eskerî jî nikaribe li Kurdistanê bimîne.
Mûrat Karayilan roja 27’ê Tîrmehê bi rêya cîhaza Bêtêl ji yekîneyên gerîla re axivî. Karayilan bi rêya bêtêlê bûyerên di rojevê de, rûdanên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê diqewimin nirxandin û diyar kir ku ji ber ku dewleta Tirk ji tesfiyeya xwe ditirse wer êriş dike.
Karayilan got, şoreşa Kurdistanê her wiha şoreşa Rojhilata Navîn xistiye rojevê û peyivî: “Şerê bê eman ê ku rejîma faşîst a Tirk li dijî geşbûna şoreşgerî ya Kurdistanê da destpêkirin, 3 salan li pey xwe dihêle. Di nava van 3 salan de, desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser bingeha ‘Plana Têkbirinê’ ji bo karibe encamê bi dest bixe, hemû rê û rêbazên hilweşîner û faşîst bi kar anîn. Li dijî Rêber Apo dest bi şerekî giran kir ku di nava hiqûq û exlaqê de cihê van pêkanînan nîne.”
Artêşa Tirk têk çûye
Karayilan da xuyakirin ku artêşa Tirk li hemberî gerîla di şerê bejahî de şikestiye û ji bo vê têkçûna xwe binixumîne, teknolojiya serdemê zêde bi kar tîne. Karayilan ev tespît kir: “Artêşa Tirk ku di şerê dijî gerîla de têk çû, şerê li Kurdistanê bi berdêla bi milyaran dolarî veguherand şerekî teknolojîk. Ji bo vê jî bi her awayî mesref kir.
Dewleta Tirk piştî ku dît di şer de têk çûye, ji Îlona 2016’an û pê ve biryar da ku şer êdî bi amûrên hewayî bidomîne.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Karayilan destnîşan kir ku Tevgera PKK’ê beriya her tiştî xwe dispêre rastiya gelekî ku reh berdaye nava dîrokê û got, “Heta ku koka civaka Kurdistanê li ser vê axê hebe, bîrdozî û felsefeya Rêber Apo jî wê hebe. Ya ku ev civak ji xweliya xwe afirand û gihand vê astê, ev bîrdozî ye.”
Karayilan got, hêzên desthilatdar ên faşîzma Tirk ditirsin, ku tesfiye bibin û ji ber vê şerê li Kurdistanê bê perwa dimeşînin: “Bi vî rengî ne tenê li nava sînorên Tirkiyeyê, biryar dan ku li Rojava, Başûrê Kurdistanê û her deverê li dijî PKK’ê û destketiyên gelê Kurd têbikoşin.”
Sîstema netewe dewleta Tirk tesfiye dibe
Mûrad Karayilan bi bîr xist ku rejîma AKP-MHP’ê girîngiyeke heyatî li vî şerî bar dike û got, “Jê re gotin ‘şerê man û nemanê’ ye. Bi xwe mikur hatin ku ya tasfiye dibe PKK nîne. Ya tasfiye dibe planên dîktatoriya Erdogan û sîstema netewe-dewletê ya Tirk e.
Ji wan we bû ku bi êrişên giran ên bi balafirên şer wê karibin di nava sê rojan de bikevin nava Efrînê, wê şovê bikin, moralê bigirin û bi vî rengî derbê li Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bixin. Lê belê li Efrînê li bin guhê Berxwedana Serdemê ketin. Nêzî 3 hezar leşker û çeteyên wan hatin kuştin. Li Efrînê berxwedaneke gelekî mezin hate nîşandan. Bi vî rengî aboriya wan serberjêr bû.
Niha ketibin nava Efrînê jî têkoşîna gel û şervanên Efrînê dewam dike û bi têkoşîna azadiyê ya li her devera Kurdistanê re mêtingeriya netewe-dewleta Tirk a faşîst hîn bi lez têk diçe.”
Karayilan ragihand, feraseta netewe-dewletê ya li ber hilweşînê, ji bo sîstema dewleta faşîst a Tirk rizgar bike, bi Tirkîtî, Îslamîtiya Îttîhat Terakkî û bi xeyalên Osmaniya Nû dixwaze encamê bigire û got, “Çawa ku Enver û Talat paşa yên di binê enqaza Împaratoriya Osmanî de man, aqûbeta Erdogan, Bahçelî û Hûlûsî Akar jî wê bi heman rengî be.”
Em dikarin dijmin tarûmar bikin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan îşaret bi girîngiya berxwedanê di çikandina dijmin de jî kir û got, “Wezîfeyeke me ya bingehîn e ku em bi formasyoneke ku şer geştir bike û dijmin têk bibe vê berxwedanê bigihînin asteke nû. Heger em li gorî tecrûbeya gerîla ya 34 salan, rêbaza xwe ya şer li gorî rewş û pêwîstiyên serdemê bi rengekî bingehîn biguherînin, rast fêhm bikin û bi cih bînin, hingî em ê karibin di vî şerî de dijmin tarûmar bikin.
Erefa pêvajoyeke nû ya şoreşgerî
Niha li Kurdistanê heye, lê weke dewleteke dagirker serdest heye. Gelo çawa dikare li Kurdistanê bimîne? Li qereqolên mîna kelehan, li pişt dîwarên mîna sûran, li ser kulûbeyên bilind û li hewayê jî bi rêya balafirên keşfê yên bê mirov herêmê kontrol dike. Ev dewleta mêtinger li bajarên Kurdistanê jî heye. Lê çawa heye? Di nava wesayitên zirxî de, di nava tank û panzeran de ye. Ev yek nîşaneya çi ye? Heger dewletek li welatekî ketibe vî halî, hingî ew dewlet qediyaye, têk çûye. Yanî dewleta TC a mêtinger bi tenê bi zora leşkerî heye. Lê niha ketiye rewşeke welê ku bi zora eskerî jî nema dikare lê bimîne.”
Di dawiya axaftina xwe de Karayilan destnîşan kir ku bandora şerê li Kurdistanê êdî tenê li Kurdistanê namîne û got, “Ji bûyerên niha jî tê dîtin ku ev yek wê li Tirkiyeyê rê li ber veguherîneke demokratîk veke û li Rojhilata Navîn jî pêşî li pêvajoyeke nû ya şoreşgerî veke.” NAVENDA NÛÇEYAN