Weke Tora Akademisyenên Kurd a li Ewrûpayê Kurd-Akadê vê hefteyê li gelek zanîngehên Elmanyayê li ser Rojava û êrişa dagirker a dewleta Tirk semîner organîze kirin û hefteya bê jî ev ê dewam bikin. Semînera pêşî li Zanîngeha Oxfordê 7´ê Mijdarê li dar ketibû, 10´ê Mijdarê li Zanîngeha Bernê dewam kiribû. Çarşema bihurî jî li Zanîngeha Essenê bi hevkariya zanîngehê bi xwe semîner hat organîzekirin û pêncşemê jî li Zanîngeha Darmstadtê semînerek hat organîzekirin. Hefteya bê 19´ê Mijdarê li zanîngeha SOAS (London), 21 Mijdarê li Zanîngehên Frankfurt, Bochum û Vechtayê û 30´ê Mijdarê jî li Zanîngeha Bremenê semîner tên organîzekirin. Li ser van semîneran, armanca wan û ka wê bi rengekî dewamî hebin yan na em bi Hevseroka Kurd-Kadê Dr.Med. Devrim Dagdeviren re peyivîn.
Ji bo tesîra me zanîngeh muhim in
Dagdeviren got, weke Kurd-Akadê armanca wan ew e ku mijar û rojeva civaka Kurd li akademiyê jî karibin îfade bikin û wiha peyivî: “Şerê êrişkar ê dewleta Tirk li dijî Rojava ji babetên sereke ye ku divê akademisyen helwêsta xwe elaqedarî wê diyar bikin. Ji bo vê me planeke çalakiyê amade kir. Li kêleka kampanyaya îmzeyan û berhevkirina daxuyaniyan, me rêzesemîner li zanîngehan organîze kirin. Bi çalakiyan armanca me ew e li aliyekî em dagirkeriya li dijî hiqûqa navneteweyî ya dewleta Tirk ya li Bakurê Sûrî em rûreş bikin, li aliyê din piştgiriya bi Rojava re em nîşan bidin û li vir em Rojava weke vîzyoneke zindî civakeke demokratîk, ekolojîk û bi azadiya cinsan gurçûpêçkirî dibînin. Li zanîngehan me semîner tercîh kirin ji ber ew ji bo tesîra me jî mekanên muhim in.”
Ferz e em karîgertir bin
Ew dibêje di nava qisekerên wan de akademisyenên Kurd û ne Kurd hene ku ji beşên akademîk ên elaqedarî mijarê tên û her wiha rojnamevan, doktor û xwebexşên civaka sivîl in; lê nexasim jî wan ew qiseker tercîh kirine ku çûne Rojava û li wir piştgiriyeke çalak kirine û ji bo piştgiriyê li Elmanyayê û welatên din ên ewrûpayê çalakî organîze kirine.
Ew dibêje, semînerên heta niha baş bûne, xelk baş çûye wan û elaqeya beşdaran ji babetê re jî darîçav bûye, nexasim jî derketiye holê ku divê semînerên bi vî rengî dewam bikin.
Dr.Med. Dersim Dagdeviren herî dawî dibêje, “Ji bo me akademîsyenan ferz e ku em behremendiyên xwe û pisporiyên xwe xurttir bînin cem hev û wan bi awayekî karîgertir bi kar bînin.”
ESSEN