FEHMÎ KATAR / BERLÎN
Komeleya Dêûbavên Kurd (YEKMAL) û Zanîngeha Akkonê li Berlînê bi hev re paneleke bi navê “Li Elmanyayê koçberên Kurd, nasnameya Kurd û bipêşketina wê” organîze kir. Ji rêveberiya zanîngeha Potsdamê Prof. Dr. Birgit Ammann di panelê de got, tesîra dîasporaya Kurd li ser nasnameya Kurd gelek e.
Panel li muzexaneya semta Kreuzbergê bi moderatoriya dersdarê Zanîngeha Akkon-Hochschule für Humanwissenschaften, Prof. Dr. Kenan Engin pêk hat
Prof. Dr. Birgit Ammann got, ew texmîn dikin ku hejmara Kurdan di navbera 800 hezar û milyonek û 200 hezarî de be li Elmanyayê. Wê behsa 5 pêlên koçberiya Kurdan a ber bi elmanyayl ve kir ku ya pêşî salên 1970´yî ye. Pêla duyem ji ber şerê li Îran û Iraqê û darbeya eskeîr li Tirkiyeyê ye û heta salên 1990´î dewam dike. Li gorî wê Kurdên girseyî herî polîtîk di salên 1990´î de ji Bakurê Kurdistanê ji ber şerê li dijî miletê Kurd ê dewleta Tirk çûne Elmanyayê. Pêla herê dawî jî ya ji ber şerê li Sûriyê qebûl dike Ammann. Li gorî Ammann Kurdên bi her sê pêîlên dawî çûne Elmanyayê siyasî ne û xwedî li nasnameya Kurd derdikevin.
Ammann got dîasporaya Kurd pirr zindî ye, û gelekê tesîrê li nasnameya Kurd dike. Li gorî wê ev dîaspora ne xwedî saziyeke homojen e û sedema hatina wan a cem hev zext û zilma li wan hatiye kirin e. Li gorî lêkolînên wê li ser malbatên Kurdan hemûyan şûna zexta dewletan heye. Ammann dibêje, Kurd berevajî komên din ên koçber, nasnameyên melez bi pêş xistine û got, “Mesela, ji ber ku li Elmanyayê hatiye dinê, xwe hem weke Elmanyayî û ehm jî ji welatê xwe dikare bi nav û terîf bike.”
Elmanya xwe li nebûna Kurdan datîne
Prof. Ammann got cudakeriya li dijî Kurdan li Elmanyayê dewam dike û nexasim jî li dibistanan xwendekar û şagirtên Tirk vê cudakeriyê dewam dikin.
Ammann wekî din got li dibistanan dersên Tirkî, dîroka Tirkan tên dayîn, destûra navên Tirkî tê dayîn: “Ji ber vê yekê kesek bibêje ez Tirk im, kes vê naxe berlêpirsînê. Lê gava ku kesek bi bêje ez Kurd im, hingê bi dehan pirsan ji wê/wî dikin.”
Ammann bi bîr xist ku tevî ku Kurd yek ji komên herî mezin ên koçberan li elmanyayê pêk tînin jî, dewleta Elman weke ku ew nebin, miamele bi wan re dike û weke sedem jî îşaret bi peymanên Elmanyayê bi dewleta Tirk re kir.