Li paytexta Fransa Parîsê ji bo bal li ser tecrîda giran a Ocalan were kişandin û ji bo azadiya wî pêk were çalakî hate kirin.  Endamên Meclîsa TEV-ÇAND’ê ya Parîsê û endamên meclîsê ya Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê li Sacre Ceoeur (Dilê Pîroz) ku yek ji navendên turîstîk ên Parîsê ye tîpên "Ji Ocalan re azadî" hilgirtin. Di çalakiyê de belavokên ku tecrîdkirin Ocalan vedigotin, hatin belavkirin û dirûşmên "Dîktator Erdogan", ‘Bê Serok Jiyan nabe’ hatin gotin. 


 PARÎS