Koordînasyona Tevgera Civaka Kurd (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê nivîskî got: “Erdogan bi çekên NATO û desteka NY’yê Kurdan qir dike.”

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye: “Rojane 24 saetan nirxên gelê Kurd tên binpêkirin, her wiha goristan, çiya û baniyên gelê Kurd bi teknîka herî pêşketî bi sîlehên NATO’yê têne bombebarankirin. Ne tenê li ser Kurdên Bakur, bi her awayî li ser Başûrê Kurdistanê jî hovîtiya xwe pêk tîne. Herî dawîn bi destê çeteyên DAÎŞ û Nûsrayê û bi hêzên faşîst ên paramîlîter Efrîn dagir kir û bi sedhezaran Kurd neçar man ku koçber bibin. Demografiya Efrînê diguherîne û qirkirinê dike.

Pir diyar e ku faşîstê serdemê Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiyê bi alîkarî û çekên NATO’yê û bi hêzgirtina ji saziyên weke Neteweyên Yekbûyî jenosîdê li ser gelê Kurd pêk tîne, gelê Xiristiyan koçber dike û zextê li ser gelê Ereb dike.

Em helwesta NATO’yê ya li dijî gelê Kurd jî şermezar dikin. NATO hem bi helwesta xwe piştgiriya faşîst Erdogan dike hem jî zextê li ser Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) dike ku fosfora spî ya li ser gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan hatiye bikaranîn lêkolîn neke. “