Bi armanca nirxandina rewşa rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û giringiya hevgirtina di navbera hemû rêxistin, partî û tevgerên siyasî de li Qamişloyê Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM'ê bi Tevgera Veguhertina Demokratîk, partiya Îradeya Gel, Partiya Komînîst a Yekbûyî û Yekîtî Libralî Kurdistanî re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hate nîqaşkirin. Her wiha licneya têkiliyan a TEV-DEM'ê û partî û rêxistin ku di civînê de beşdar bûn,  gihiştin nerîneke hevbeş ku civîneke netewî bi beşdariya hemû pêkhatiyên herêmê were lidarxistin. 

QAMIŞLO