Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di dema li Sûriyeyê behsa projeya çareseriya siyasî dihate kirin de, bombebarana hêzên rêjîma Baasê zêde bûne û hem rejîmê hem jî komên çekdar şerê xwe li herêmên aram belav kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku herdû aliyên şer herêmên bi aram li Sûriyeyê nehiştine.
Di daxuyaniyê de hate bibîranîn ku di bombebarana duh a li ser taxa Şêxmeqsud de gaza siyanîd hatiye bikaranîn, di encamê de 2 zarok û jinekê jiyana xwe jidest dane û 11 kes birîndar bûne. Her wiha 5 kesên bi hewara birîndaran çûne jî bi jahrê ketine.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hîn nehatiye hînbûn ka kîjan aliyê şer çekên kîmawê bikar anîne û hate diyarkirin ku ji bo derxistina holê ya bûyerê TEV-DEM’ê komîtiya lêpirsînê ava kiriye.
Di daxuyaniya ku êrîş hatin şermezarkirin de bang li saziyên mirovî û rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî hate kirin ku komîteya lêpirsînê ava bikin.
ANHA/QAMIŞLO