Di civînê de mekanîzmayên rêvebirina saziyên xizmet û civakî, Mala Gel û komîteyên girêdayî wan bi awayekî hevbeş di navbera herdû aliyan de hatin gotûbêjkirin. Her wiha biryar hate girtin ku komîteyên hevbeş di navbera herdu aliyan de werin avakirin û nûnerekî mayînde ji endamên Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ji bo rêvebirina kar û barên Mala Gal hat desnîşan kirin.
Endamê PDPKS’ê Ehmed Sadûn, ji ANHA’yê re diyar kir ku erka wane tevlî nav karên Mala Gel bibin û wan weke partî xwestiye cihê xwe di nav hemû komîte û saziyên xizmeta civakî de bigirin.
Endamê Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Reşîd Yûsiv jî diyar kir, ev helweta PDPKS’ê helwesteke erênî ye ber bi yekîtiya gelê Kurd ve.
ANHA/TIRBESPIYÊ