Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi rasthatina 1’ê Îlonê daxuyaniyek belav kir û bang li hemû hêzên demokrasîxwaz kir û got: “Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya li ser rêya azadî û aştiyê bi roleke dîrokî ji bo hemû pêkhateyên herêmê û bi taybetî Sûriyeyê rabû.”

Bi boneya Roja Aştiya Cîhanê 1´ê Îlonê TEV-DEM´ê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêdiviya cîhanê bi bilindkirina asta têkoşînê heye.

Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de dîroka 1’ê Îlonê hat bibîrxistin: “Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê û ji bo tevahiya cîhanê bi aştî û aramî bijî û xwe ji zîhniyeta tundî, koçberî û tinekirinê rizgar bike, 1’ê Îlonê wekî roja aştiya cîhanê hate binavkirin. Mixabin heta niha pêkanîna aştiyê pêk nehatiye. Şer, kuştin, wêrankirin, komkujî û tinekirinê hê jî li gelek herêmê, cîhanê û bi taybet li Rojhilata Navîn dewam dike.”


Têkbirina zêhniyeta faşîst 

TEV-DEM’ê ji bo pêkanîna aştiyê wekî dozeke cîhanî bi nav kir û wiha pê de çû: “ Ji bo maf û azadiya mirovahiyê bê parastin, pêdiviya wê bi bilindkirina asta têkoşînê heye. Di asta yekemîn de pêdivî bi tinekirina bingehên tundiyê û şerên faşistê ku li herêmê belav bûye, heye. Îro faşîsta  DAIŞ’ê niha li ser ewlekariya tevahî gelên herêmê metirsiyeke cidî ye û tinekirina DAIŞ’ê armanca sereke ji bo pêkanîna aştiyê li tevahî herêmê ye.

Di encamê de ev bingeha ku li ser hatiye avakirin, li dijî avakirina aştiyê metirsiyeke mezin e û têkoşîna li dijî vê zêhniyeta faşîst pêkan e.”


Doza Kurdî şewazên aştiyane bi pêş xistin

“Gelê Kurd di dîroka xwe de rastî gelek komkujî û hemleyên tinekirinê ji aliyê dewletên dagirker hatiye. Tevî vê yekê jî gelê Kurd ji têkoşîna xwe negeriya û li ser rêya azadiyê û pêkanîna aştiyê têkoşîna xwe bê navber dewam kir.

Têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê çarçoveyê de tevî hemû planan û komploya navneteweyî ya li dijî wê, berçav bû. Rêber Ocalan di zindanê de fikra xwe li ser bingeha pêkanîna aştiyê û çareserkirina hemû dozên herêmê û di serî de doza Kurdî bi şêwazên aştiyane pêşxist. Lê mixabin zêhniyeta teng a desthilatdaran û rayedarên Tirkiyeyê di çaresernekirinê de israr dikin û li dijî destketiyên gelê Kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê tevdigerin.”


Ji bo Sûriyeke demokratîk têdikoşin  

“Rejîma Baasê li Îraqê mînaka herî ber bi çav a hewldanên tinekirina gelê Kurd bû û li hemberî vê rêjîmê jî gelê Kurd têkoşîna xwe domand. Destketiyên di şoreşa Rojava de hatine misogerkirin bû mînaka têkoşîna li dijî faşîst a Baas û DAIŞ’ê. Tevî cîhanê şahidê vê berxwedanê ku ji aliyê hêzên YPG’ê û YPJ’ê ve hatiye pêşxistin e. Bi saya vê berxwedanê biratî û jiyana hevbeş li Kobanê, Girê Spî, Şengalê û gelek herêmên din, hate parastin. Hêzên YPG’ê karibû ku hemleya tinekirinê ya faşîzmê ku ji aliyê DAIŞ’ê û alîkarên wê ve tê meşandin, rawestîne.

Gel Kurd di têkoşîna xwe ya azadî û aştiyê de bi roleke dîrokî ji bo tevahî pêkhateyên herêmê û bi taybet Sûriyeyê rabû. Em wekî TEV-DEM’ê ji bo pêşxistina projeya Sûriyeyê ya demokratîk têdikoşin. Her wiha ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi şêwazekî guncav û saxlem tevdigere.

Bi boneya salvegera Roja Aştiya Cîhanê em bang li hemû hêzên demokrasîxwaz ên ku baweriya wan bi aştî û azadiyê heye, dikin ku ji bo pêkanîna aştiyê bi vîneke pîroz têbikoşin.” 


ANF/NAVENDA NÛÇEYAN