Li gorî vê yekê, bi wesîleya yekemîn salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd li Parîsê, wê di meha Çileyê de li gelemperiya Ewropayê kampanyayeke çalakiyan bê meşandin.


Xwestin pêvajoyê xera bikin

TJKE da xuyakirin ku qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd bi awayekî ‘hovane’, di serî de gel û jinên Kurd, bandoreke giran li dostên gelê Kurd, şoreşger-demokrat û mûxalîfan kiriye. Rêxistinê destnîşan kir ku vê yekê di heman demê de rê li ber ‘hêrseke mezin’ a li dijî hêzên komkujî kirine, vekiriye.

Saleke çalakî didomin

TJKE da xuyakirin ku weke jinên Kurd ên li Ewropayê, ji bo ronîkirina komkujiyê wan dest bi rêzeçalakiyan kirine û got, “Ji bo vê yekê, ev saleke li 20 navendên cuda yên Ewropayê her hefte rojên Çarşemê li pêş Konsolosiyên Fransayê me çalakî kirin û ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re bi dehhezaran qert şandin. Di 8’ê Adara 2013’an me ji bo bîranîna sê şoreşgerên jin li Parîsê meşeke navendî pêk anîn. Di sala 2013’an de me 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna li hemberî Tundiya li dijî Jinê bi şiyara “Komkujiya Parîsê Qirkirina Jinê ye” li hemû bajarên Ewropayê bi çalakiyan pêşwazî kirin.”

Plansaziya meha Çile
Plansaziya çalakiyan a TJKE wiha ye: Di 11’ê Çileya 2014’an de wê li gelemperiya Ewropayê, bi beşdariya Îngilîstan, Awûstûrya, Almanya, Holanda, Belçîka, Swîsre û Fransayê bi armanca şermezarkirin û ronîkirina komkujiya Parîsê, wê ji ber Gare Du Nord a Parîsê meş destpê bike û li meydana Republica mîtîng were lidarxistin. Qadeke din a lê meşên şermerzarkirina komkujiya Parîsê were lidarxistin Skandînavya ye. Di 11’ê Çileyê de li Swêd, Norwêc, Fînlandiya û Danîmarkayê wê meş û mîtîngên şermezarkirinê bên lidarxistin.

Çalakiyên Çarşemê
Ji ber salvegera komkujiya 9’ê Çileyê, çalakiyên Çarşemê yên li pêş konsolosiyên Fransayê wê di 9’ê Çileyê roja Pêncşemê de bi şiyara “Bêdengiya we ji hevkariya we tê” pêk werin.

PARÎS