Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê şahiyek hat lidarxistin û girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yên pêşengên PKK û al hilda. Rêveberên DBP, HDP, Dayîkên Aştiyê, hevşaredarên navçeyan û bi hezaran welatî tevlî şahiyanbûn. Piştî axaftinê komên muzîkê yên Navenda Çand û Hunerê ya Mehmed Uzun derketin ser dikê. Li navçeya Qoserê jî bi heman armancê pîrozbahî pêk hat. Girseya gel pankarta bi nivîsa "Bi rûhê avakirina PKK ê ber bi Azadîya Serokatîya ve" vekir. Li vir jî piştî axaftinê endamên Navenda Çand û Hunerê yên Ş. Alî Temel derketin ser dikê.
Di bin baranê de pîrozbahî
Li navçeya Pîranê ya Amedê jî li gel barana barî welatiyan li hinek taxan kombûn û bi fîşekên hewayî salvegera PKK'ê pîroz kirin. Li navçeya Peyasê jî welatiyan li herêma Metropolê pîrozbahî li dar xistin. Pîrozbahî ji aliyê Komeleya Hemwelatiyên Azad a Bajarê Dîcle ve pêk hat. Li navçeya Çinarê jî DBP'ê bernameya pîrozbahiyê li dar xist. Hevşaredarê Çinarê Ahmet Cengîz diyar kir ku damezirandina PKK'Ê noktekî gelek girîng e. Piştî axaftinan welatiyan bi dewol û zirnayê govend girtin.
Cizîriyan derabe venekir
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî esnafan bi rasthatina 36. salvegera damezirandina PKK'ê dikanên xwe venekirin. Li navçeyê seat di 14.00'an de dê meş pêk bê û pişt re jî dê şahî pêk bê. Rêxitina HDP'ê ya Kartalê ya Stenbolê jî bi heman armancê şahî li dar xist. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Kartalê Sanî Yildirim got, gel di şikeftan de qetil kirin û gotin "Kurdistana xeyalî li vir meftun e". Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Stenbolê Emrullah Bîngul jî axivî û got, destkeftiya herî mezin dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be. Piştî axaftinan şahiyê bi govend û mûzîkê berdewam kir.
NAVENDA NÛÇEYAN