Hikûmeta Federal a Elman wiha diyar e ku dixwaze krîza ji ber şewba vîrusa koronayê bi kar bîne da ku erkên eyalet û komunan di vî warî de ji wan bistîne û bide xwe. Wezîrê Tenduristiyê yê Elman Jens Spahn pêşniyazqanûneke bi vî rengî pêşniyaz kir ku gelekî rexne lê hatin girtin. Li aliyên din hejmara vegirtina bi virusê li Elmanyayê doh li gorî pêr kêm bû. Lê Wezîrê Karê Hundir ê Elman Horst Seehofer got, nabe niha kes dev ji xwe berde û bibêje temam me xwe jê xilas kir, lewma devjixweberdan dikare bibe sedema mirina bi hezaran kesî.
Înstîtuya Robert Koch a Elman hejmarên fermî yên kesên bi virusa koronayê ketine, li Elmanyayê eşkere dike. Doh saet 10’an wê eşkere kir ku 1948 kesên din bi nexweşiyê ketine. Roja beriya wê hejmara kesên bi nexweşiyê ketî 2705 bû di nava 24 saetan de. Li gorî vê dibe ku Elmanyayê leza belavbûna şewbê kêm kiribe. Yanî dibe ku tevdîrên li dijî şewbê li Elmanyayê bi kêr hatibin. Lê wezîrê karê hundir ê Elman ji rojnameya Die Welt am Sonntag re peyivî û bi awayekî hişk xelkê hişyar dike: “Kî niha ne maqûl tevbigere û pê re jî hîç qîmet bi kesên din nede, mirina bi hezaran mirovî digire ber çavan. Em biryardar in ku destûrê nedin vê yekê.”
Bi koronayê li dijî demokrasiyê?
Wezîrê tenduristiyê Jens Spahn di vê rewşê de reformeke Qanûna Parastina li dijî Şewbê pêşniyaz kir. Lê ev pêşniyaza wî kete ber rexneyan. Meclîsa Bajarên Elman wezîr gunehbar kir bi wê yekê ku ew dixwaze bi hinceta krîza ji ber virusa koronayê erkên eyalet û komunan ên di dema parastina ji şewban de desteser bike.
Ev pêşniyaza wî ya reformê îro wê li meclîsa federal bê minaqeşekirin. Li gorî vê gelek erkên eyalet û komunan wê bibin ên hikûmeta federal. Yek ji nuqteyên di pêşniyazê de herî bi pirsgirêk jî ew e ku meqamên Saziya Tenduristiyê wê karibin bi rêya cihê telefona destan bişopînin ka kesekî nexweş bi kê re peywendî daniye.
Wekî din plana ji bo alîkariya klînîk û nexweşxaneyan jî ji aliyê gelek kesên pispor ên mijara tenduristiyê ve tê rexnekirin, tevî ku li gorî hûrgiliyên eşkerebûyî, ew pêş dibîne destekeke 3,3 milyar euroyî bide klînîk û nexweşxaneyan.
BERLÎN