Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê der barê dagirkeriya leşkerênTirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de tê gotin wê bi dirûşmeya “Dagirkerî nayê pejirandin, dem dema berxwedanê ye” çalakî, nerazîbûn û kampanyayên xwe berfireh bikin û banga çalakiyan li her kesê tê kirin.

Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku hebûna leşkerên Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê, dewleta Tirk li hemberî gelê Bakurê Kurdistanê bi hêz dike û wiha tê gotin: “Hatina leşkerên Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê hêzê dide dewleta Tirk ku li Bakurê Kurdistanê li hemberî gelê Kurd komkujiyan pêk bîne. Ji ber vê yekê sibe direnge ji bo derkirina leşkerên Tirkiyeyê, ji bo vê yekê divê her îro em tev bi hev re bêjîn bila dagirker biçin derve.”

Di dewama daxuyaniya Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê de, ev bang tê kirin: “Em weke Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê  bang li hemû aliyên siyasî, rêxistin, rewşenbîr, hunermend, kesayetên akademîsyen, mamostayên ol û çalakvanên civakî dikin, bi erkê ehlaqî, nîştanî, mirovî û netewî rabin, dest bi din hev û pêngava çalakiyan berfireh bikin. Dagirkeran der bikin.” 


 SILÊMANÎ