Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê doh helwêsta xwe ya di hibijartinên Başûrê Kurdistanê de kifş kir. Tevgera Azadî got ew di hilbijartinan de piştgiriyê nadin tu partî û rêxistinan, lê wê namzetên welatparêz, girêdayî têkoşîna neteweyî û pîvanên demokrasiyê destek bikin.
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li avahiya xwe ya li bajarê Silêmaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê helwêsta xwe ya derbarê hilbijartinên Parlamena Herêma Kurdistanê de ku wê di 30’ê Îlonê de li dar bikevin, eşkere kir.
PDK’ê rê neda wan
Daxuyani ji aliyê Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah ve hat xwedin. Mihemed Ebdullah bi bîr xist ku her çiqasî ew weke partiyeke fermî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve bi awayekî fermî hatibin pejirandin jî Hikûmeta Herêmê, bi taybetî jî PDK’ê rê nedaye ku ew beşdarî hilbijartinên 30`ê Îlonê bibin.
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah da zanîn ku ew di hilbijartinan de piştgiriyê nadin ti partî, lîste û rêxistinan, lê belê ew ê destekê bidin namzetên ku girîngiyê didin welatparêzî, pîvanên demokrasiyê, xizmeta gel, û bawerî û hewldanên wan ji têkoşîna neteweyî heye.
Ebdullah axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke Tevgera Azadî dibêjin, di rewşeke wiha de ku civak ti hêviya xwe nemaye û ketiye nava krîzan, pêkanîna hilbijartinê wê van krîzan kûrtir bike. Weke Tevgera Azadî ji bo çareserkirina rewşa siyasî û civakî çi erkê ku bikeve ser milê me em ê bicih bînin. Tenê hilbijartin têra çareserkirina pirsgirêkan, guhertin û demokratîkbûnê nake.”
SILÊMANÎ