Tevgera Ciwanên Şoreşger li Îzmîrê hat ragihandin. Di daxuyaniya ragihandinê de bang rêxistinbûnê li ciwanan hat kirin. Daxuyaniya ragihandinê li navçeya Konak a Îzmîrê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê tê meşandin, bûye çavkaniyeke mezin a hêviyê ji bo gelê Kurd.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser gefên qirkirinê yên gelê Kurd tê xwarin û hat gotin, “Hê jî êrîş li gelê me û Rêberê me tên kirin. Ziman û nasnameya me tê înkarkirin û welatê me bê statu tê hiştin. Li dijî her şêwe êrîşên dewletê em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bi rengekî rêxistinbûyî bidomînin. Ji ber vê yekê ji bo me rewa ye ku em xwe birêxistin bidin û parastina xwe bikin. Li herêma Îzmîrê, weke Tevgera Ciwanên Şoreşger em ê bersivê bidin daxwaza xwerêveberî û xweparastinê ya gelê me, ku meşrû ye.”

Li dijî destavêtin, destdirêjî û polîtîkayên ajankirinê, banga rêxistinbûnê hat kirin û hat gotin, “Ciwanên Kurd divê bi taybetî sala 2016’an baş fêhm bikin û li her qadê dest bi têkoşîna azadiyê bikin. Li ser vê bingehê pêwîste em li dijî êrîşên faşîst ên li ser gelê me xwe birêxistin bikin û gel bi rêxistin bikin. Li dijî destavêtin, destdirêjî û planên şerê taybet ên weke narkotîk û ajankirinê, em ê xwe bi rêxistin bikin û gelê xwe li dijî van êrîşan biparêzin.” 


 ÎZMÎR