´Başûr li paş e´
Şakir bibîrxist ku li hemû parçeyên din yên Kurdistanê berxwedanî û tekoşîna jina Kurd mînakeke ji bo hemû jinên cihanê. Şakir têkoşîan li Kobanê bibîrxist û got: “Hêza parastinê ya jin îro di rojeva hemû cihanê de ye. Lê li başûrê Kurdistanê ji ber pergala heyî jina Kurd nikare reng û dengê xwe derxe holê, bi ferq û cudabûna xwe jiyana civakî saz bike. Ji ber ku pergala heyî bi zihniyeta baviksalarî xwe dide meşandin. Ji bona ku em jina Kurd li başûrê Kurdistanê bibin xwedî hêz û vîn, me wek pergal, nûnertiya hevbeş a jin û mêr wek rêgez esas girt û pergala hevserokatiyê da pêş.”
´Pêşengtiya jin û ciwanan´
Şîlan Şakir bal kişand ser pergela hevsorakatiyê û got: “Pergala hevserokatiyê tenê ne nave. Em di wê bawariyê de ne ku jin û ciwan xwedî rolek pêşengin di civakê de. Îro ger ku civak di nava qeyranekê de be, sedema wê dûrxistina jin û ciwanan a ji civakê yê. Rol û mîsyona wan a di civakê de hatiye binpêkirin. Ji ber wê em dixwazin, jinê bi rol û misyonekî ku civakê azad bike derxin pêş. Di aliyê siyasî, aborî û civakî de pewîste jin xwedî îrade bibe. Li başûrê Kurdistanê ji derveyî Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK), heya niha ti hêzî xwe bi pergalekî bi vî rengî birêxistin nekiriye. Çi hêz dibe bila bibe ger ku dixwaze bibe bersiv ji pirsgirêkên ku civak pêra rû bi rû dimîne re, wê demê pewîste pêşengiya jinê derxe pêş. Wek Tevgera Azadî me jin bi rol û misyonekî wisa derxistiyê pêş û em ji xwe pir bawerin ku emê di wê hêlê de gavên pir mezin jî bavêjin.”
Pergala hevserokatî
Şakir di berdewama axaftina xwe de balkişand ser ked û mirateya jinên başûrê Kurdistanê û wiha berdewam kir; “Jinên pêşmerge dema ku li bazarên Silêmaniyê dimeşiyan, henekên xwe pê dikirin. Lê piştî berxwedaniya Kobanê ev nêrîn hate guhertin. Başûrê Kurdistanê jî ji van pêşketinan ne dûre. Armanca hêzên DAİŞ’ê, jina ku bûye xwedî vîn û rêxistin e. Dixwazin asta ku jina Kurd xwe gihandiyê ji holê rakin. Ji bona wê jî dest dirêjî jinan dikin. Ji ber ku jin wek namûs tê dîtin. Îro hemû zilam jî li xwe mukir tên ku ‘jin ne namûsa me, lê belê namûsa me diparêze.’ Ez di wê baweriyê de me ku wê tevgera me bibe bersiv ji hemû pirsgirêkên ku jin pêre rû bi rû dimîne re. Di heman demê de wê ji pirsgirêka ku civak jiyan dike re jî bibe bersiv. Em di xwazin jin hîn bêhtir rola pêşengiyê bileyîze.”
Wê pêşengiya civakê bikin
Derbarê armanca tevgera azadî de jî Şakir wiha got: “Tevgera me wê bibe hêviya azadiyê ya jinên başûrê Kurdistanê û civaka wê bi giştî. Êdî emê ji wê sistema takperest , desthilatdar û ya ku bûye milkê çend kesên jor re emê bêjin na. Emê xebatên xwe bêhtir berfireh bikin û bibin hêvî. Bi rêxistinkirina jin û ciwanan bibin bersiv ji pirsgirêkan re û daxwaziya civakê.”Hevseroka Tevgera Azad Civaka Demokrat Şîlan Şakir peyamek pêşkêşî jinên başûrê Kurdistanê kir û wiha dawî li axaftinen xwe anî: “Ew ji vir û şûnde ne bi tenê ne. Bila hêviyên xwe yên azadiyê bilind bikin û li derdora tevgera me ya azadiyê kom bibin. Xwe di bin ban û perspektîfa tevgera me de birêxistin bikin.”
SİLÊMANÎ