MEHMET HALIT ÇETINBAŞ / MA/STENBOL
Serokê Giştî yê BDP’ê yê berê Hamît Geylanî li ser têkoşîna Şêx Ubeydullahê Nehrî kitêbek nivîsî. Bi kitêba xwe ew li serdema piştî mîrîtiyan a li Kurdistanê dinihêre.
Pirtûka bi navê “Şeyh Ubeydullah Nehrî: Kurt Mucadelesinin En Geniş Damari/Rahê herî fireh ê têkoşîna Kurd” ji Weşanên Belgeyê derketiye û bal biriye ser perspektîfa Tevgera 1880’yî ya Şêx Ubeydullahê Nehrî.
Geylanî dibêje, divê tevgerên Kurdan baş bên lêkolan û şaşiyên berê neyên dubarekirin: “Eger 100 sal berê tevgerek, serhildanek çênebûna, wê tiştên niha wisa bi hêsanî çênebûna. Tevgera Şêx Ubeydullah, di dîroka têkoşîna gelê Kurd de tevgera herî berfireh e. Tevger li hemberî Osmanî û xanedana Qaçarê pêk hat. Têkoşîna li çar perçeyên Kurdistanê ya li hemberî Osmanî û Qaçaran, tenê ne ji bo yekîtiya gelê Kurd, ji bo yekîtiya Kurdistanî yanî ji bo yekîtiya bawerî û aîdiyetên cuda jî hat destpêkirin.”
Peyrewên wî di tevgera Kurd de bûn
Geylanî, bi bîr xist ku Şêx Ubeydullah sirgûnî Mekkeyê hatiye kirin û li Mekkeyê miriye û got: “Peyrewên Ubeydullah tevkariyeke girîng li têkoşîna Kurd kirin. Neviyê wî Seyîd Abdulkadir di Serhildana Şêx Seîd de tevî kurê xwe li sêdarê tê xistin. Seyîd Abdulkadir hem serokê Cemiyeta Kurt Tealiyê bû hem jî di Tevgera Şêx Ubeydullah de serfermandar bû. Ew û peywrewên wî hem di tevgera Barzanî de hem di Tevgera Komara Kurd a Mehabadê de hem jî di tevgerên li Tirkiyeyê de alîkarî kirine.”
Geylanî Tevgera Şêx Ubeydullahê Nehrî weke xwedî wesfên neteweyî bi nav dike û dibêje, “Tevgera Ubeydullah, çeperên herêmkiyî û ferasetên berteng dişikîne û yekîtiya kurd û bawerî û aîdiyetên din ji xwe re dike armanc û îro bûye yek ji diyarkerên têgeha neteweya demokratîk ku tê nîqaşkirin.”
Îşaret bi yekîtiya neteweyî dike
Geylanî, destnîşan kir ku di dema Ubeydullah de yekîtiya neteweyî pirr girîng bû û got: “Mirov pêşî li mala xwe, li gundê xwe, li qezaya xwe û li welatê xwe yekîtiyê çê dike. Min tim bihîstiye gotine, li Îranê Kurd û Ecem birayên hev in; li Sûriye û Iraqê Kurd û Ereb birayên hev in; li Tirkiyeyê Kurd û Tirk birayên hev in. Ev gotinên xweş in, lê ji dil nehatiye û ji Kurdan re negotine Kurd.
Tenê kongreya neteweyî dikare vê kêmasiyê temam bike. Başûrê Kurdistanê hay ji vê yekê heye. Em bi hêvî ne. Wê bi Kongreya Neteweyî ya Kurd, Kurd bibin yek. Wê bi yekîtiya Kurdan li Tirkiyeyê yekîtiya hemû bawerî û aîdiyetan, yekîtiya gelan çêbe.”