Hebûn Qamişlo niha li Serêkaniyê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li bereya berxwedanê ye. Wê destnîşan kir ku YPJ hêzek e ku nûneriya jina azad dike û xwe li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî di şoreşa Rojava de îspat kiriye. Hebûn got, vê têkoşînê bandor li wê jî kiriye, lewre biryara tevlîbûnê daye û tevlîbûna xwe wiha vegot: "Dema ku ez nû tevlî hêza YPJ’ê bûm, bi taybetî dayika min astengî derxistin. Lê ji ber ku bavê min beriya niha cihê xwe di nava refên YPG’ê de girtibû û rastiya hêza YPJ’ê ditîbû, bi awayekî piştgiriya min kir. Jin min xwest ku ez jî mîna şervanên YPJ’ê bibim xwedî kesayeteke xurt û bi îrade."
Hebûn Qamişlo bal kişand ser hevaltiya di nava YPJ’ê de û wiha axivî: "Tu cûdahiyek di navbera pêkhateyên Rojava de nîne. YPJ rizgarkirina jina bindest e. Afirandina jineke azad û perwerdekirî ye."
Hebûn bang li jinên ciwan ên Ereb û Kurd kir da ku tevlî nav refên YPJ’ê bibin û xwe ji zihniyeta sîstemê xilas bikin û kesayeteke bi îrade ava bikin.
ANHA / SERÊKANIYE