AYDIN ATAY / MA/AMED

Polîsê dewleta Tirk a qirker û înkarker, tevî kuçikên xwe bi ser malbata Yilmaz de girtin û êşkence lê kirin. Derket holê ku polîsan li ber çavê zarokan bi kuçikan îşkence li dayik û bavê zarokan kirine.

Li Amedê di 30’ê Gulanê de li navçeya Rezan polîsê bi navê Atakan Arslan hatibû kuştin. Têkildarî kuştina polîs li navçeya Rezanê polîsan bi ser gelek malan de girtibû. M.E.C. û F.A. di serdegirtina malan de ji ber kuştina polîs hatin binçavkirin. Li avahiya polîsan a Amedê îşkence li M.E.C. hat kirin û li ser medya civakî belav bû. Polîs bi ser kirîvanên pîrika M.E.C. de jî digirin. Polîs deriyê malbatê Ş. Yilmaz û M.Yilmaz ên hevjînên hev dişîkinin û dikevin malê. Polîs di kêliya serdegirtina malê de kûçikan berî hundir didin û lêgerînê pêk tînin. Polîs bi kûçikan êşkenceyê li ferdên malbatê dikin. Wêneyên îşkenceya kuçik û polîsan li malbatê kiriye derketin holê.

Piştî polîs ji malê derketin û çûn, xwediyê malê diçin Nexweşxaneya Selahattîn Eyûbî û rapora êşkenceyê werdigirin û pişt re diçin Navenda Polîsan a Rezanê û giliyê polîsan dikin. Di îfadeyên ferdên malbatê de jî tê dîtin ku laşê wan birîn e, reş û şîn bûye. Kuçikan laşê ferdên malbatê dirrîne û kirine birîn.

Polîsan û kûçikan bi hev re 

M. Yilmaz di îfadeyên xwe de dibêje polîsan nîvê şevê bi ser mala wan de girtiye, deriyê wan şikandine û wî ji tirsa polîsan xwe li odeyê li pişt derî veşartiye. M. Yilmaz di îfadeyên xwe de aniye ziman ku polîs bi kûçikan bi ser malê de girtine û polîs û kûçikan bi hev re êrişî wan kirine û îşkence li wan hatiye kirin. M. Yilmaz da zanîn ku dema polîsan lêgerîn û îşkence li wan dikir polîs henekê xwe dikirin û bi wan dikeniyan. M. Yilmaz got li ber çavê zarokan îşkence li wan hat kirin û ji wê rojê ve zarokên wan ditirsin.

Ş. Yilmaz jî da zanîn ku polîsan gotiye, ev M.E.C ye û lêdin. Ş. Yilmaz diyar kir polîsan kêliyek dirêj êşkence lê kirine û wî ji taqetê de xistine. Ş. Yilmaz got polîsan bi pehîn, kulm û qûndaxê çekên xwe lê dane.