Li herêma Serêkaniyê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku 10 roj li pey xwe hiştin, welatî jî bere xwe didin refên YPG’ê û tevlî berxwedanê dibin. Yek ji van welatiyan jî Ebdullah Hesen Ehmed ê 60 salî ye. Ebdullah Hesen Ehmed ji pêk hateye ereb û 11 zarok, 18 jî neviyên wî hene. Kurekî wî di nava refên YPG’ê de di şerê li hemberî çeteyan de jiyana xwe ji dest daye. 


Em şerê mirovahiyê didin

 Hesen Ehmed diyar kir ku YPG ji bo hemû mirovahiyê li dijî çeteyan şer dike û got; “Ji ber vê yekê ev şe Kurekî min di nava refên YPG’ê de şehîd ket. Kurekî min jî hîn li eniyên pêş li hemberî çeteyan şer dike. Ez tevî kurên xwe di nava YPG’ê de bi serbilindî û rûmetî şer dikin.”

Ehmed destnîşan kir ku bi salan e bi gelên kurd, asurî û çeçen re li ser heman axê bi aştiyane jiyane û wiha pê de çû: “Rojava nirxên me yên hevpar hene. Ji ber wê yekê niha din ava refên YPG’ê de gelên ereb, asurî-suryanî cîh digirin. Em şerê mirovahiyê didin, lewre ji gelek welatên cîhanê di nava refên YPG’ê de mil bi mil li dijî çeteyan şer dikin.


 SERÊKANIYÊ