Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahatttîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ya ku lê dîl e, ji hilbijirên li derveyî Tirkiyeyê re nameyek nivîsî. Demîrtaş bang li hemû hilbijêran kir da ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Demirtaş di nameyê de got, “Li kîjan devera cihanê dibin bila bibin, weke ku hûn jî baş pê dizanin, Tirkiye ketiye nava pêvajoyeke krîtîk. Di rewşeke wiha de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûye hêvî û baweriya bi HDP’ê roj bi roj zêde dibe. Partiya me bi alîgirên demokratîkbûn, aştî û hêviyê mezin dibe. Bi berpirsyariya baweriya we, ji bo demokrasiyê em bûne alternatîfeke xurt a demokrasiyê.

Di dema hilbijartinê de rol û mîsyoneke girîng dikeve ser milê gelê me yê li derveyî welat.

Di serketinê de para we wê zêde be

Wezîfeyeke welatparêziyê ye ku tevlî kampanya hilbijartinê bibin, cihê xwe di nava karê propagandayê de bigirin, bi taybetî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Di vê hilbijartinê de dengên ji derveyî welat bên, ji bo me pirr krîtîk in. Ji bo faşîzma li Tirkiyeyê bê têkbirin û pêşî li demokratîkbûnê were vekirin, ev hilbijartin firsendên dîrokî dide me. Gelekî girîng e ku hûn vê derfetê baş bi kar bînin, bi dil û can bixebitin û li ku derê dibe bila bibe tevî nasên xwe dengê xwe bidin.

Ji niha ve bang li her kesî dikim ku bi dil û can ji bo hilbijartinê bixebitin, dengê xwe bidin û hêviyê bi ser bixînin.

Di serketina 24’ê Hezîranê de para we wê zêde be û em ê teqez bi ser bikevin.”