Şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çeteyên DAIŞ, El-Nusra, Ehrar El-Şamê û tevî tifaqa wan a bi îstixbarata Tirk re li xeta Ezaz û Efrînê di roja 6’emîn de her diçe dijwartir dibe. Çeteyên ku li dijî Kurdan bûne yek, li dijî cihên ku Kurd lê dijîn êrîşên xwe zêdetir kirin û pevçûn li xeta Kîştear, Tîneb, Malîkiye û Merîmî dijwar bûne. Di encama êrîşa ceteyan de li herêmê welatiyên sivîl bi qatlîamê re rû bi rû ne û di êrîşan de 37 kes ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin, 62 kes jî hatin birîndarkirin. Birîndar li Nexweşxaneya Avarîn a Efrînê tên dermankirin. 


Çeteyan qetlîama Tînîpê pêk anîn

Ji Fermandarên HSD'ê Farîs Kico diyar kir ku çeteyên DAIŞ, El-Nusra, Ehrar û El-Şamê êrîşî gundê Tînîpê ya Ezazê kirine û li vir 20 sivîl qetil kirine û li dijî gund êrîş dewam dike. Kica destnîşan kir ku ew ê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê gel biparêzin û nûçeyên ku hin çapemeniyên alîgir dibêjin, wan qetlîam kiriye jî derew derxistin. 

Rêveberê Meclîsa Rûspiyên Herêma Şehbayê Cemal Elo jî têkîldarî mijarê gotibû, ew bi welatiyên Tinipê re axivîne û wan jî gotiye qatlîam hatiye pêkanîn. 


Li Şêx Meqsûdê 4 mirî 50 birîndar 

Kico got, çete ne tenê li wir, li Helebê jî êrîşî taxa Şêx Meqsûd dikin û tax bi topên hewanê tê gulebarankirin, di van êrîşên çeteyan de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da û nêzî 50 sivîlî jî birîndar bûn. 

Kico derbirî ku di dema şer de çeteyên reviyane 5 sivîl qetil kirine û 12 sivîl jî birîndar kirine, çeteyên DAIŞ'ê bi êrîşa fuzeyan li bajarokê Til Eranê4 jê zarok 8 sivîl qetil kirin, gelek sivîl jî birîndar kirin. 

Kico destnîşan kir ku ew ê li dijî qetlîaman bêdeng nemînin û ji bo bihistiyariyê bang li hemû derûdoran kir û xwest piştgiriyê bidin wan. 


Li Tirkiyeyê tê dermankirin

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê bi dest xistine, Çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê li nexweşxaneyên Ezaz û Tirkiyeyê tên dermankirin. Yên ku birîndariya wan giran e jî di riya Deriyê Sînor ê Bab El-Selamê re ji bo Tirkiyeyê tên veguhestin û li wir tên dermankirin.


QSD’ê bi dijwarî bersiv da

Li gundê Şiwarxa û gundê Dêr Cemal yê girêdayî herêma Ezazê li gundewarên başûrê Helebê û li derdora gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û çeteyên DAIŞ’ê de şerên bi çekên giran rû didin. 

Li gorî nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin, şervanên QSD’ê bersiva êrîşên çeteyan didin û çete bi çekên giran gund topbaran dikin.

Nûçegihanan ragihand ku di encama bersivdayîna êrîşên çeteyan de şervanên QSD’ê ziyanên mezin li çeteyan xistin û gelek çek û cebilxane desteser kirin. Dema me nûçe amade dikir, li gorî ku Nûçegihanên ANHA’yê ragihandine êrîşên çeteyan li taxa Şêx Meqsûd dewam dikirin. Di encama êrîşên çeteyan ên bi hewan û fûzeyan 5 welatiyên ku yek ji wan zarok e, birîndar bûn.  


 ANHA/EZAZ-EFRÎN




Nasnameya 6 şervanan 


YPG’ê nasnameyên 6 şervanên xwe yên li Efrînê jiyana xwe ji dest dayî eşkere kir. 

Navenda Çapemenî û Ragîhandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di malpera xwe ya înternetê de nasnameya 6 şervanên xwe yên bi navê Huseyin Remedan bi nasnav Diyar Çiya, Abdulbaqî Elo bi nasnav Dilxwaz Efrîn, Hêza Bergil bi nasnav Doza Berxwedan, Şervan Maco bi nasnav Rizgar Başiqle, Arif Os bi nasnav Dilşêr Qendîl û Mihemed Hemklîno bi nasnav Şoreş Xwînreş yên di berxwedana gundê Mêremîn ê kantona Efrînê de li hemberî êrîşên komên çete jiyana xwe jidest dayî, eşkere kir. 


 NAVENDA NÛÇEYAN