Malbatên kesên hatine qetilkirin û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên hatine qetilkirin ser hebûn hate vekirin. Endamê Komeleya Hêvî Elî Hemê Saleh li ser navê girseyê daxuyanî xwend. Saleh diyar kir ku, di 16'ê Gulana 1997'an de di encama serdagirtina nexweşxaneyê de 64 gêrîlayên PKK'ê yên di nexweşxaneyê de dihatin dermankirin, hatibûn qetilkirin û wiha axivî: "16’ê Gulana 1997’ê li bajarê Hewlêrê ji aliyê pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ve li hemberî saziyên, Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) serdegirtin hatin pêk anîn. Serdegirtin li ser gelek navendên sazî, partî û rêkxistinên cuda yên PKK’ê bi awayek hemwext çêbû. Lê piraniya kesên ku hatine qetilkirin li nexweşxaneya Hewlêr diman. Saziyên ku li rastî êrîşa pêşmergeyên PDK’ê hatine wihane; Yekitiya Netewiya Demokrata Kurdistan, Malbenda Çanda Mezopotamya, Heyva Sor a Kurdistan, Yekitiya Jinên Azadîxwazên Kurdistan, Rojnameya Welat.”
HEWLÊR