Li navçeya Siwregê ya Rihayê, gundiyên Karageçî yên li bejahiya Qerejdaxê dijîn, bi merasîmekê beşdarî refên BDP'ê bûn. Di merasîma li avahiya BDP'ê ya Sêwregê de li ser navê malbata Karageçî Ahmet Akil û gundiyên Karageçî, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Sêwregê Îbrahîm Ayyildiz, Namzetên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Sêwregê Sevînç Îzol û Metîn Ozbadem, gelek endamên BDP'ê amade bûn. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Sêwregê Îbrahîm Ayyildiz kêfxweşiya xwe ya ji ber beşdariya malbata Karageçî li refên BDP'ê anî ziman û got, "Em kêfxweş in ku hûn hatine hêlîna xwe. Emê bi hev re bimeşin û ji bo azadiyê hemû astengî û bendan derbas bikin."


Êdî dema yekîtiyê ye

Li ser navê malbata Karageçî Ahmet Akil peyivî û anî ziman ku berê axa û beg li pêşiya yekitiya Kurdan asteng bûn, lê di rewşa niha de ev sîstem ji gelek aliyan ve hilweşiyaye û êdî li pêşiya yekitiya Kurdan ti astengî nemane. Akil got, "Emê heta kengî xizmetî van bikin? Dem hatiye em bêjin êdî bes e û ji bo xwe bixebitin. Bang li her kesî dikim ku di bin sîwana BDP'ê de bicivin." Li ser navê gundiyên Karageçiyê Fevzî Karageçî jî li ser navê hemû Karageçiyiyên li refên PKK'ê jiyana xwe ji dest dane, helbest xwend.

Li Semsûrê AKP hilweşiya

Li Semsûrê jî 4 şaredar û endamên meclîsa şaredariyê ji AKP'ê îstifa kirin. Li navçeya Besnî Şaredarê Sûvarli Omer Farûk Bozdag û Şaredarê Kosecelî Omer Orhan, ji ber ku di hilbijartinên 30'ê Adarê de namzet nehatine nîşandan, ji AKP'ê îstifa kirin. Dîsa li navçeya Sîncîkê jî Şaredarê Sîncîkê Hasarî Altinel, Şaredarê Bajarokê Încîle Ebûbekîr Umurhan, endamên meclîsa şaredariyê, endamên desteya reveberiyê û endamên rêxistina bajarokê Încîle ji AKP'ê îstifa kirin.

RIHA