Şengal hê jî di destê çeteyên DAIŞ´ê de ye. Li hemberî vê berxwedana gerîla û gelê Kurd dewam dike. Ciwanên ji herêma Botanê yên ji eşîra Goyan jî bi rihê seferberiyê tevlî berxwedanê û rizgarkirina Şengalê dibin. 8 ciwanên ji eşîra Goyan ji RojNewsê re axivîn û banga tevlîbûna rizgarkirina Şengalê kirin.
Ciwanê bi navê Mazlum Tok diyar kir ku wî êdî xwe li hemberî komkujiyên li Şengalê pêkhatin negirt û tevlî berxwedana Şengalê bû.
Ciwanê bi navê Serbest Ünver jî weha peyivî: “Îro li her çar parçeyên Kurdistanê şoreş û berxwedan heye, dagirker dixwazin axa Kurdan parçe bikin. Çeteyan Şengalê dagirkirin, li ser vê em hatin Şengalê û tevlî berxwedana li Şengal bûn.” Sîpan Kapar jî diyar kir ku armanca wan ew e ku bi hev re rabin ser piyan û gelê Êzidî ji bindestiyê rizgarbikin.
Êdî bese bindestî
Ciwanên bi navê Serhed Tunç û Rojhat Ozgun jî banga tevlîbûnê kirin û gotin: “Êdî bes e bindestî, em Kurdistaneke azad dixwazin. Pêwîstiya gelê me yê Êzdî bi rizgarkirinê heye.”
Aslan Şen û Ehmed Kara jî balkişandin ser yekitiyê. Aslan Şen got: “Divê gelê kurd yekitiya xwe ava bike û em Kurdistanê bikin yek. Ez bang li hemû ciwanan dikim ku bên Şengal, Mexmûr û Kerkûkê biparêzin.”
Rizgarkirina Şengalê ji bo me erk e
Ehmed Kara jî bang li ciwanên eşîra Goyî û Botanê kir ku bên tevlî şoreşê bibin û xaka kurdistanê ji bin destê dagirkeran derbixin. Kara got: “Dijminên xwînxwar bi polîtîkayên dewletên dagirker xaka Kurdistanê dagir dikin, divê kurd xwe bikin yek.”
Herî dawî ciwanê bi navê Cuma Goyî jî nêrînên xwe îfade kirin û got: “Pêwîst e herkes tevlî vê şoreşê bibe. Ji bo em bibin xwedî nasnameyeke azad, em ê berdêlan jî bidin. Em bi hev re bibêjîn êdî bes e. Em natirsin, ne ji DAIŞ´ê û ne jî ji tu dijminên gelê Kurd.”
SÎNAN DENÎZ/ROJNEWS/ŞENGAL