Vegera li Kobanê ya hat azadkirin, dewam dike. Li gel pîrozbahiyên serketinê yên li bajêr, banga Fermandarê YPG'ê Mehmûd Berxwedan a li ciwanan, di roja destpêkê de bersiva xwe dît. 48 ciwanên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi çekên giran neçar man bi malbatên xwe re derbasî Pirsûsê bibin, ji bo tevî berxwedanê û pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê bibin duh bi şev vegeriyan Kobanê. Ciwanên ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbas bûn, bang li ciwanên Kobanê yên li pişt mane kirin ku vegerin. Mehmûd Xelîl ê 75 salî jî ku nema dikarîbû bi hesreta Kobanê îdare bike, bi ciwanan re vegeriya.
'Tevlî refên berxwedanê bibin'
Li dû azadkirina Kobanê yek ji ciwanên destpêkê vegeriyan Azad Hemo ye. Hemo bibîr xist ku ji ber êrîşên bi çekên giran ên çeteyên DAIŞ'ê bi hezaran Kobanî neçar man bajêr biterikînin û anî ziman ku ew bi xwe, di dema berxwedana li nava refên YPG'ê de birîndar bû û ji ber vê yekê derbasî Pirsûsê bû. Hemo got, "Kobanê êdî azad bû, lê li gundan berxwedan dewam dike. Ez jî, ji bo tevlî berxwedanê û pêvajoya ji nû ve avakirina bajêr bibim, hatim." Ji ciwanên vegeriyan Kobanê Muslum Temo jî got, "Bi malbatên xwe re em derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. Jiyana li wê derê ji bo me gelekî zehmet bû. Şervanên YPG û YPJ'ê bajarê me azad kirin, em mînetdarê wan in. Lê belê berxwedan dewam dike. Em dixwazin hemû ciwanên mane tavilê vegerin Kobanê û tevlî refên berxwedanê bibin."
Mehmûd Xelîl ê 75 salî jî ku nekarîbû bi hesreta Kobanê îdar bike, li gel ciwanan vegeriya. Xelîl diyar kir ku kurekî wî jî li nava refên YPG'ê li dijî çetean li ber xwe dide û got, "Ji ber DAIŞ'ê em nikaribûn vegerin xaka xwe. Şervanan ev der azad kirin û em vegeriyan." Xelîl ê malbata xwe li Pirsûsê hişt, hestên xwe yên di dema vegerê de bi van gotinan anî ziman: "Ez bi qurbana axa Kobanê bim. Niha gelekî kêfxweş im. Her roja ez dûrî axa xwe bûm, li min mîna salekê bû."