29. Mîhrîcana Govend û Muzîka Kurdistanê di 14-15´ê Gulanê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bi pêşengtiya TEV-ÇANDê tê lidarxistin. Komîteya Amedekar a Mîhrîcanê ji bo tevlîbûneke xurt  bang li gelê Kurd ê li Ewrûpayê û nexasim li Elmanyayê dike û dibêje, ji bo xwedîlêderketina çand û huner a Kurdî, werin di çalakiyê de cihê xwe bigirin.


Rêwîtiyê li Frankfurtê dest pê kiribû

Mîhrîcana Govend û Muzîka Kurdistanê cara yekem sala 1986´an ji bo piştevaniya “Hunerkom”ê li bajarê Frankfurtê hat lidarxistin û heta îro rêwitiya xwe ya çand û hunerî didomîne. Her sal di mîhrîcanê de Muzîk û Govenda baş tê xelatkirin. Di roja pêşî de ango 14´ê Gulanê pêşbirka muzîkê û roja duyemên jî pêşbirka govendê pêk tê. 


Girîngiya parastina çandê 

Komîteya Amedekar a Mîhrîcanê daxuyaniyek belav kir û li wir da zanîn ku ji ber ku gelê Kurd her tim rastî komkujiyên çandî û fizîkî hatiye, lazim e di warê çandî û nirxên neteweyî bêhtir bê parastin. Daxuyaniya Komîyeta Amedekar bi vî rengî ye: “Di vê pêvajoyê de ku em tê de ne, gelê me bi daxwaza jiyanake azad îlankirina xwerêveberiyan ragihand, lê belê ev xwesteka gelê me rastî êrîşên hovane yên dewleta Tirk hat û bi vî hawî xwestin ku gelê me neçarî koçkirinê bikin û ji axa xwe dûr bixin.”


Mîhrîcana berxwedana çandî 

Komîteya amadekar îşaret bi van komkujiyan kir, got ne nû ne û weha dewam kir: “Ev sedsal in li ser gelê me didin ferzkirin. Nexasim di 40 salên dawî de li dijî komkujiya fizîkî û çandî gelê mebi awayekî bêhempa li ber xwe da û destketiyên girîng jî bidestxistin.

Berxwedana gelê me di warê çandê de jî xwestiye kevneşopiya qedîm a Kurdan biparêze.  Ev berxwedana çandî ji muzîkê heta govendê di şert û mercên dijwar de gihaye nifşên nû.”


Banga tevlîbûna mîhrîcanê

Komîteya amadekar a Mîhrîcana Govend û Muzîk, mîhrîcan weke meydaneke vejandina nirx û çanda zindî ya Kurd û kevneşopiya wî ya qedîm bi nav kir û weha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Berhêmên ku li Mîhrîcanê dertên, destketî û masleheta gelê me ye. Ji ber vê yekê, em dixwazin mîhrana xwe bi rêkûpêk û bi silametî bimeşînin û organîze bikin. Her weha him em û him jî gelê me mîsyon û nirxekî mezîn didin mîhrîcanê.  Em bang li gelê xwe dikin bi awayekî xurt tevlî Mîhrîcana Govend û Muzîka Kurdistanê bibin û bi xwe bibin hevparê coşa nifşên nû. Navnîşana Mîhrîcanê ev e: Saalbau Titius- Forum, Walter- Moller- Platz 2 60439 Frankfurt am Main.” 


FRANKFURT