Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe di nav de digrin, di demeke nêz de salek li ser avakirina wê re derbas dibe. Kesayetê Erebê cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê Hisên El-Ezam yek ji van kesan e. El-Ezam bersiv da pirsên ANHA´yê. Derbarê tevlîbûna pêkhateya Ereb di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hêzên parastina herêmê de Hisên El-Ezam nirxandinên girîng kirin.

Xweserê bê mînak e

Hisên El-Ezam diyarkir ku her kesî nas kir ku êdî berpirsyartiya hemû pêkhate û aliyan e, welatiyên Ereb jî bi bawerî tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Gel û hêzên Asayîşê bûn. El-Ezem wiha got: “Vê baweriyê hişt ku erebên herêma Cizîrê bi derfet û îmkanên xwe tevlî xebatên Rêveberiya Xweser û saziyên wê bibin. Em dixwazin ku ciwanên Ereb bêhtir tevlîbûna xwe di nava van hêzan de zêde bikin da ku bi birayên xwe yên Kurd û Suryanî re xebatên parastinê xurtir bikin. Ez dixwazin ji wan re bêjim ku mînakek wekî Rêveberiya Xweser tune ye.”

Bi lîstikan nexapin

El-Ezam bal kişand ser hin kes û aliyên Ereb ku hembêza xwe ji hêzên tarî û radîkal re vekirine û piştgiriya wan dikin û wiha anî bang li wan kir: “Hin Ereb ên li herêmê ku çeteyên DAIŞ‘ê lê ne, divê ji kiryarên hêzên tarî haydar û hişyar bin û tu caran bila hembêza xwe ji hêzên radîkal re venekin. Têkiliya bi van hêzan re ew jî di nav de zirarê digihîne hemû aliyan û nakeve xizmeta gelan. Kesên biyanî û çete ku wêranî û xerabiyê dikin, her wiha hewl didin ku herêmê ji gelê wê yê resen vala bikin, rojek ji rojan wê ji herêmê werin derxistin, lê belê gelê herêmê ku ji hemû pêkhateyan pêk tê li ser xaka xwe dimîne.

Bi xweseriyê jiyan aram e

Hisên El-Ezam got ku divê gelê herêmê zanibe ji bo Rêveberiya Xweser alternatîf tune ye, her wiha di nava Rêveberiya Xweser de wê jiyana wan xweş, aram û bi rûmetî derbas bibe. El-Ezam wiha pêde çû: “Bila gelê me yê li derdora bajarokên Til Hemîs, Cezaa û Serêkaniyê di wê baweriyê de ku Rêveberiya xweseriya Demokratîk ne ya aliyekî an jî pêkhateyekê ye, lê belê gelê Ereb bi Suryan û Kurdên herêmê re bi awayekî wekhev cihê xwe di nava vê rêveberiyê de digre. Em bi tena xwe kar nakin, lê bi hemû pêkhateyên re xebatên xwe yên hevbeş didin meşandin. Lê hertim wekî Ereb em hewl didin ku di asta berpirsyartiyên xwe û daxwazên gelê xwe tevlîbûn û xebatên xwe nîşan bidin.”

Xewnên gelan pêk hatin

Li gorî Hisên El-Ezam, Rêveberiya Xweser li ser bingeha xeta sêyemîn a şoreşa Sûriyeyê hatiye avakirin û dikare sozdarê pêkanîna tevahiya xewn û hêviyên gelan be. Ev rêveberî di nava qada navnetewî de di asteke mezin de hatiye qebûlkirin. Bi saya vê rêveberiyê û berxwedana şervanên Yekîneyên Parastina Gel wêranî û xerbî negihiştiye herêmê. Gelek aliyên girêdayî bi hêzên derve ku naxwazin ev rêveberî bigihêje serî, hertim di nava hewldanan de ku zirarê bigihînin wê. El-Ezam dibêje ku divê Ereb di wê hişmendî û baweriyê de bin ku riya xelasiya herêmê Rêveberiya Xweser e.

Guman nîne ev riya rast e

Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê Hisên El-Ezam diyar kir ku hin kes û aliyên Ereb hene difikirin ku wê rojek ji rojan rêjîma El-Baas vegere û ev yek dihêle ku li hemberî tevlîbûna di nava rêveberiyê de bi tirs û teredud bin. Her wiha bal kişand ser hin kesên ku rastî zextên aliyên derve tên û bi pereyan ji rê hatine derdixin û got ku sedemên bingehîn ên netevlîbûna hin kesan di nava xebatên rêveberiyê û dûrbûna jê ev in. El-Ezam wiha bang li van aliyan kir: “Di demên pêş de hilbijarinên Meclîsa Zagonsaz hene û wê meclîseke rêveber a nû were avakirin. Em hêvî dikin ku gelê me yên Ereb di wê demê xwedî biryara xwe be û zanibe ku ev rê riya çareseriyê û pêkanîna daxwaz û hêviyan e. Aliyên Ereb ku heta niha biryara xwe nestandine li kîjan aliyî bisekinin, bila rihet bin û bi awayekî aktîf bê tirs beşdarî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibin.”

ANHA/AMÛDÊ