Akademiya Şehîd Xebat dewreyeke perwedeyê ji şervanên nû re bi navê dewreya Şehîd Demhat Hesekê li dar xist. Dewreya ku 15 rojan dewam kir bi merasîmekê bi dawî bû.

Dewreya Şehîd Demhat 15 rojan dewam kir, beşdarên dewreyê dersên siyasî û leşkerî dîtin. Di merasîma dawîbûna dewreyê de Fermandarên YPG`ê û bi dehan şênî amade bûn.

Merasîmê bi rêzgirtina eskerî li meydana Akademiyê dest pê kir. Paşê Fermandarê YPG`ê Elî Cesûr axivî û hêviya serketina domdar ji hemû Şervanên tevlî YPG`ê dibin re xwest. Cesûr diyar kir ku ew wek YPG`ê dê bersiva her êrîşeke bidin li dijî vîna gelê ku li dijî terorê têkoşînê dike û piraniya xaka Sûriyê ji çeteyan rizgar kiriye.

Fermandar Elî Cesûr wiha domand: ʺHêzên me roj bi roj bersiva terorê didin û di bereyên şer de serketinê misoger dikin. Em wek YPG`ê soz didin ku em ê her dem bersiva van êrîşên bidin.ʺ

Paşê jî şervanan sûnda eskerî xwar.

Di dawiya merasîm de li ser awazên stranên şoreşgerî, govend hat gerandin. Şervan Dilbirîn Seydo (Demhat) ku dewre li ser navê wî bû Adara derbasbûyî di hemleya Xezeba Firatê de Şehîd bûbû. 


 HESEKÊ