Di encama hevdîtina di navbera rayedarên polîsan û HDP'yiyan de polîsan bend rakirin. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Şamîl Altan li vir daxuyaniyeke kurt da û got, "Ji bo destekkirina berxwedana li dijî zilma DAIŞ'ê em diçin Pirsûsê. Tevî astengiyan jî çi dibe bila bibe em ê biçin." Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî astengiya polîsan protesto kir û got, "Ev rêwîtî rêwîtiya mirovahiyê ye. Rêwîtiya pêkhateyên HDP-HDK'ê, rêwîtiya hemû bindestan, ciwanan, jinan, gel, bawerî, karker û kedkaran e." Yuksekdag diyar kir ku xwedîderketina li berxwedana Kobanê wezîfeya sereke ya tevahiya cîhanê ye û got, "DYA biryara têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê wergirt. Lê belê ti gav neavêt. Têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê bi tenê PKK û YPG dimeşîne. "
STENBOL