Hebîb da zanîn ku ew di meclîsê de cih didin kesayet, hêzên niştimanî, saziyên civaka sivîl û êlan ên ku di nava gel de tên hezkirin. Endamê Desteya Serokatiyê diyar kir ku wan xwe gihandiye gelek aliyan û wan aliyan jî xwestin ku tevlî MSDʹê bibin û got: “Gelek aliyan xwest ku tevlî MSD`ê bibin, lê ji ber dema lidarxistina kongreya damezrandinê nezikbûye tevlîbûna nava MSD`ê hat taluqkirin.”

Endamê Desteya Serokatiyê MSD`ê Hikmet Hebîb ji ajansa ANHA`yê re axivî û got ku hêzên ku tevlî meclîsa wan bûn ne tenê di asta partî û kombûnan de bûn, hin kesayet û sembolên niştimanî tevlê bûn. Hebîb wiha axivî: “Armanca me ne tenê kombûnên siyasî ye, armanc ewe ku aliyên ku di nava gel de tên hezkirin ji rûsipiyên êlan û Saziyên Civaka Sivîl.”

Gelek kesayet beşdar bûn

Hikmet kesayetên ku tevlî MSD`ê bûn careke din bi bîrxist û got: “Besam Seqir ê ku tevlî Kongreya Riyad bû, Ebdilsater Feysel ji parêzgeha Humis û ew jî kesayetek niştimanî û li Sûriyê tê naskirin, Fîras Qesas ji Partiya Modernît û Guharînên Demokratîk, her wiha kesayet û niştimanî û rûsipiyên êlan ên Minbicê piştî ku ji çeteyan hat xelaskirin tevlî MSD`ê bûn.”

Hikmet Hebîb got: “Gelek kesayet wê di pêvajoya pêş de tevlî MSD`ê bibe, lê ji ber ku MSD`ê wê kongreya xwe di destpêa 2017`an de li darbixe daxwaza tevlîbûna wan hat taluqkirin.”

Endamê Desteya Serokatiyê MSD`ê Hikmet Hebîb bi lêv kir tê payîn 300 kes beşdarî kongreyê bibe û di civîna damezrêner a MSD`ê de 150 kesayet beşdar bûn.

Civîna damezrêner a Meclîsa Sûriya Demokratîk di sibata 2016`an de bi beşdarbûna partiyên siyasî, sazî, kesyatên niştimî yên hundir û derve Sûriyê û tevlîbûneke bi xurt ji hemû pêkhateyên Sûriyê, hat lidarxistin.


ŞÎNDA EKREM / ANHA / QAMIŞLO