
Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmergeyan ê hikûmeta Herêma Kurdistanê Helgûrd Hîkmet di hevpeyvînek ligel RojNewsê de behsa operasyona rizgarkirina Mûsilê, pêşmergeyên dîl ên di destê çeteyên DAIŞ’ê de û şehîdên gerîla û pêşmergeyan dike. Di vê derbarê Helgûrd Hîkmet wiha got: “Ti cudahiyek di navbera şehîdên gerîla û pêşmergeyan de nîne.” Hîkmet pirsên me bersivandin…
Heta niha Wezareta Pêşmergeyan ji bo azadkirina pêşmergeyên dîl ên di destê çeteyên DAIŞ’ê de çi pêngavek avêtiye?
Wezareta Pêşmergeyan bi awayekî fermî ti peywendiyek ligel çeteyên DAIŞ’ê nîne. Lê hinek hewldan ji aliyê eşîrên Sunne yên li navçeya Hewîce û Kerkûkê ve ji bo azadkirina pêşmergeyên dîl hebû. Tevî ku ti encameke wan hewldanan nîne, lê her hewldan berdewam in.
Li gorî we rêya dawî ya ji bo azadkirina wan dîlan çiye?
Wekî Wezareta Pêşmergeyan em girêdayî hevpeymaniya navneteweyî ne. Hinek rewşên li ser me hatine îspatkirin hene, em nikarin biryarên temam li ser tiştan bidin. Hemû yasayên mirovatiyê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine red kirin. Ji ber vê yekê di felsefeya mantiqê DAIŞ’ê de tiştek bi navê ‘Guhertina Dîlan’ tune ye. Em piştrastin ku pêşmergeyên dîl hatine girtin, ji aliyê erebên Sunne yên li navçeya Hewîce ve hatine girtin û li beramberî wan bêrêzî hatiye kirin. Berpirsyartiya li hemberî dîlan, li stûyê welatiyên ereb ên di bin herêmên di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye.
Gelo Wezareta Pêşmergeyan amadeye ligel DAIŞ’ê dîlan bi hev biguherîne?
Ez nikarim bêjim em amadene yan jî ne amadene.
Peywendiyên we ligel hêzên din ên Kurdî , bi taybet gerîla û şervanan çawa ye?
Hemû hêzên ku di şer de alîkariya pêşmergeyan kirine, cihê rêzdariyê ne. Bi baweriya me tevî ku şerê DAIŞ’ê gelek zerer û ziyan gihandiye, lê li ser asta Kurdistan û navneteweyî gelek dost ji bo me çêbûn.
Heta niha jî tê gotin ku cudahiyê dixin di navbera pêşmerge û gerîlayan de. Ev çi cudahî ye?
Hêzên cuda-cuda hene, nabe dabeşbûna Kurdistanê înkar bikin û lewra hêz jî cuda ne. Lê em bi rêzdarî temaşeyî xebat, berxwedan û xwîna hêzên din dikin. Niha di navbera hêzên de alîkarî heye. Çawa pêşmerge piştgiriya şervanan dike, şervan jî piştgiriya pêşmergeyan dikin.
Lê di nava hêzên pêşmergeyan de jî cudahî di parvekirina çekan de heye?
Ne bi wî awayê tê gotine. Gelek caran me gotiye, çekên ku tên Herêma Kurdistanê kêmin û têra hemû hêzên pêşmergeyan nake. Kurd heta Kobanê di nava berxwedanê de ne û çek têra hêzên pêşmergeyan nake. Lê ji bo çekan, herî zêde çek li herêmên di bin gef û metirsiyê de ne tên parvekirin. Tenê Wezareta Pêşmergeyan dikare çekan parve bike.
Behsa beşdarbûna Tirkiyê ya di operasyona rizgarkirina Mûsilê de tê kirin, agahdariya we jê heye?
Tevlîbûna Tirkiyê ya di operasyona Mûsilê de, tenê gotine. Ji ber ku Tirkiye ne di nava hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de ye. Ger Tirkiye beşdar bibe, dikare di çarçoveya hevpeymaniyê de beşdar bibe. Em venaşêrin, ji despêka şer de em li bendê bûn Tirkiye welatê yekemîn be piştgiriya me bike, lê bi wî awayî derneket.
Heta niha cudahiyê dixin di navbera şehîdên pêşmerge û gerîlayan de, hûn di vê derbarê de çi dibêjin?
Em bi çavekê temaşeyî hemû şehîdan dikin. Nabe cudahiyê bixin di navbera şehîdên Celewla û Kobanê de.
HANA AZAD/ROJNEWS/HEWLÊR
Pêşmerge li benda biryarê ne
Fermandarê hêzên pêşmergeyan li sînorê Xurmatû ragihand ku herêmên ku ji aliyê artêşa Iraqê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin dikevin aliyê Tigrîtê. Wî fermandarî destnîşan kir ku ew ji bo pêşveçûnê li benda biryarê ne.
Yek ji fermandarê pêşmergeyan ê li sînorê bajarokê Xurmatû yê girêdayî Diyale, Ebdullah Bur derbarê pêşveçûn û amadekariyên pêşmergeyan ên li sînorê Xurmatû ji RojNewsê re wiha got: “Zincîra çiyayê Hemrîn ên ji aliyê artêşa Iraqê ve ji çeteyan hatî paqijkirin, dikeve sînorê Tigrîtê. Herwiha Pira Zerge ya dikeve navbera pêşmerge û wan de. Em li sinorê Pira Zerge ne û li wî sinorî tevgera çeteyên DAIŞ’ê tê dîtin.”
Ebdullah Bur wiha got: “Em wekî hêza pêşmergeyên Kurdistanê di nava amadekariyan de ne, hêza me başe. Moralê pêşmergeyan bilinde, lê em li benda yên li jora xwe ne. Ji bo em li cihên ku artêşa Iraqê operasyon dane destpê kirin, bikevin tevgerê.”
Fermandarê pêşmergeyan ê li sînorê bajarokê Xurmatû yê girêdayî Diyale, Ebdullah Bur di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Heta niha ji bo tevgerkirinê ferman ji me re nehatiye, lê em amadene.”
HOŞMEND KURDÎ/XURMATÛ