Ji bo pîrozkirina beşdarbûna YJŞ`ê ji hemleya rizgarkirina Reqa re, Ciwanên Êzîdî yên Cizîrê li Şengalê çûn serdana YJŞ`ê.
Fermandariya giştî ya Yekîtiya Jinên Şengalê YJŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kiribû ku ew ê ji bo tolhildana jinên Êzîdî yên dîlgirtî di pengava Cenga Mezin de cihê xwe bigrin. Piştî ku şervanên YJŞ’ê, ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî yên dîlgirtî berê xwe dan pengava Cenga Mezin, ciwanên Êzîdî yên kantona Cizîrê ji bo pîrozkirina şervanan serdana YJŞ’ê kirin.
Li ser navê ciwanên Êzîdî yên kantona Cizîrê Selma Xabûr axivî û got: “Em jinên Êzîdî li ku derê bin, ji bo me rûmeta herî mezin YJŞ ye.”
Selma Xabûr ev jî got: “Wek ciwanên Êzîdî yên li Rojavayê Kurdistanê dimînin, ji bo tevlîbûna wan a Cenga Mezin ya ji bo rizgarkirina Reqayê me xwest em Şervanên YJŞ’ê pîroz bikin. Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ku gelê Êzîdî tê re derbas bû jinên Êzîdî di her milî de hedef hat girtin û bi hezaran hatin dîlgirtin. Lê li gel vê yekê jî, jinên Êzîdî li ber çavên hemû cîhanê xwe birêxistin kirin û îro ji bo rizgarkirina jinên dîlgirtû tevlî Cenga Mezin ya Reqayê bûn. Em jinên Êzîdî li ku derê bin jî, ji bo me rûmeta herî mezin YJŞ ye.“
Yekîtiyê xurt bikin
Selma Xabûr di dawiya axiftinên xwe de bang li hemu ciwanên Êzîdî kir û xwest ji bo ciwanên Êzîdî yekîtiya xwe xurt bikin, bila hemû ciwanên Êzîdî tevlî kongreya ciwanên Êzîdî ya dê di 7’ê Tîrmehê de destpê bike bibin. Ji şervanên YJŞ’ê yê di çeperên Şengalê de cih digre Berxwedan Tolhildan jî ji bo serdana ciwanan Êzîdî yên kantona Cizîrê keyfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Keyfxweşiya herî mezin ew e ku îro ciwanên me yên kantona Cizîrê, li axa pîroz ya Şengalê ji bo serdana me hatine çeperên herî pêş. Li ser bingehê soza ku me ji bo jinên dîlgirtî dayî, îro şervanên YJŞ’ê tevlî Cenga Mezin ya Reqayê bûn.”
ŞENGAL
YJŞ tola keçên me hiltîne
Jinên Êzidî yên li Şengalê, şervanên YJŞ'ê yên beşdarî Cenga Mezin a Reqayê bûne, silav kirin û gotin, ew heta dawiyê bi şervanên xwe re ne. Şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji bo rizgarkirin û hilanîna tola jinên Êzîdî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatin girtin, roja 2'ê Tîrmeha 2017'an berê xwe dan Reqayê û tevlî Cenga Mezin a ji bo rizgarkirina Reqayê bûn.
Jinên Êzîdî yên li Şengalê, li ser girîngiya tevlîbûna şervanên YJŞ'ê li nava Cenga Mezin ji ANF'ê re axivîn.
Dayika bi navê Emşê Xirmiş got, "Keç û şervanên me niha berê xwe dane bajarê Reqayê û bi şervanên azadiyê yên QSD'ê re tevlî şerê giran bûne. Armanca wan rizgarkirina keç û dayikên me ye. Em wan silav û pîroz dikin. Heta dawiyê em piştigiriyê didin şervanê xwe û hêza xwe."
Jin a ciwan Nehla Yûsif jî got, "Em di destpêkê de serketinê ji şervanên xwe yên YJŞ'ê re dixwazin. Bi rastî em gelekî kêfxweş in, ji ber ku şervanên me niha li Reqayê ne, ku tola jin û keçên me hiltînin û wan ji destê DAIŞ'ê rizgar dikin. Em jî weke keçên Şengalê heta dawiyê piştgiriya şervanên xwe dikin û çi ji destê me were em ê jî bikin. Eger pêwîst bike em ê canê xwe feda bikin."
TÎRÊJ ŞINGAL/ARGEŞ ŞENGALÎ/ANF / ŞENGAL