Îpekyuz di berdewama axaftina xwe de wiha got: „Hin ji van zarokan şewitandina gundên xwe dîtin, hinek ji wan xizmên xwe di kuştinên kiryar nediyar de winda kirini, hin ji wan xwîşk û birayên wan derketine çiyan û jiyana xwe ji dest dane, hin ji wan jî ji mezinên xwe çîroka îşkenceyên di bin çavan de guhdar kirine.“
Îpekyuz got ku zarokên Kurd ne di nava xizaniyê de di nava mehrûmiyetê de dijîn û wiha axivî: „Ev zarokên ku ji gund, zimanê dayîkê, çanda xwe hatine mehrûmkirin li dibistana seretayî rastî pêkanînên cudakar tên û bi zorê hînî zimaneke din dibin. Ev travma li holê ye. Zarok li bajaran bi gelek rîskan re rû bi rû hatine hiştin.“ Îpekyuz destnîşan kir ku zarok ji aliyê polîsan ve jî tên mexdûrkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: „Polîsên ku kesên bi pêkanîna qanûnû berpirsyar in li dijî sererastkirinan li ber xwe didin. Ji ber vê yekê jî ev qanûn li kolanan derbas nabe û zarok beriya ku bibin mexdûrên TMK’ê dibin mexdûrên polîsan.“
Îpekyuz bal kişand rewşa polîtîkbûna zarokên Kurd ên li herêmê jî û got ku avêtina keviran amûrê xweîfadekirinê ye. Îpekyuz ê ku bi malbatên zarokan re jî hevdîtin pêkanîn ye wiha axivî: „Malbatên ku me bi wan re hevdîtin pêk anî ji sedî 56 koç kirine. Ji sedî 47’an xizmên xwe yên nêz di pevçûnan de winda kirine. Ji sedî 60 xwedî çîroka girtîgehê ne, ji sedî 40 pirgsirêkên tenduristiyê dijîn. Dema ku em li van malbatan dinêrin an zarokên wan hêj li girtîgehê de ne an jî hatine berdan.“
Îpekyuz got ku li dijî mafê jiyanê ya zarokan gelek binpêkirin hene û der barê di 2011’an de 6 mehên dest pêkê de ev agahî da: „Zarokek ji aliyê polîs û leşkeran ve hate kuştin û 14 zarok birîndar bûn, 3 zarok di encama teqîna mayin û teqemeniyên bêxwedî de jiyana xwe ji dest dan û 15 zarok birîndar bûn, 3 zarok li sînoran hatin kuştin û 2 zarok birîndar bûn. 2 zarok bi awayeke gumanbar hate kuştin, 485 zarok hatin binçavkirin, 139 zarok hatin girtin. 18 zarokan întihar kirin û 3 zarokan jî teşabusî întiharê kirin. Zarokek rastî şîdeta malbatê hat û birîndar bû, di qada civakî de 5 zarok di encama şîdet, tacîz û tecawuzê de hate kuştin, zarokek birîndar bû. 8 bûyerên tacizê û 8 bûyerên jî tecawuzê.“
Îpekyuz da zanîn ku zarokên ku mexdûrê TMK’ê ne dema ku derdikevin derve jî xwe wekî di girtîgehê de ne hîs dikin û dayik dema ku li ser mala wan helîkopterak difire dikevin fikara gelo dê zarokên wan bigirin.
DÎHA/AMED