Teyisîna kesk a atmosfera Marsê
Ev cara yekê ye ku teyisîna atmofera Marsê ya kesk tê tesbîtkirin. Peyka bi navê Trace Gas Orbiter (peyka li ser şopa gazê - TGO) ya Ajansa Fezayê ya Ewrûpî karî vê teyisînê bibîne. Ev teyisîna bi vî rengî ev cara yekê ye li derveyî dinyayê tê tesbîtkirin. Li dinyayê jî wêneyên vê teyisîna kesk bi pirranî ji aliyê astronotan ve tên dîtin. Sedema vê teyisîna êvaran ew e ku tîrêjên rojê yên xwedî dirêjahiyeke taybet li atomên oksîjenê dikevin û piştre jî bi awayekî dewam bike tesîrê li van atoman dikin. Yanî sedema vê teyisînê jî atomên oksîjenê yên li Marsê ne. Atmosfera tenik a Marsê ji sedî 95 karbondîoksîd e. Li gorî Jean-Claude Gérard ji zanîngeha Liègê li Belçîkayê ku li wêneyên TGO’yê dikole, sedema biriqîn û teyisîna kesk ji ber parçebûna vê karbondîoksîdê ye; yanî gava karbondîoksîd parçe dibe, karbonmonoksît û oksîjen derdikeve meydanê. BRUKSEL