Ev 50 roje Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê di bin dorpêç û ambargoya PDK´ê de ye. Piştî bûyera 17’ê Tîrmeha 2019’an a li restoranta bi navê Hoqqbaz a ku têde yek ji berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose hate kuştin û şûnde bi destê asayîşa PDK’ê û rêveberên wê ambargoyeke ya hatin û çûnê li welatiyên Mexmûrê hate danîn û ji wê rojê û şûnde rêya çûna Hewlêr, li nexweş, karker, xwendekar û sivîlan hate girtin. Xelkê Wargehê li dijî dorpêçê bê navber çalakiyên xwe dewam dikin. Ev şeş roj in Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo bidawîbûna ambargoyê li ber Asayîşa PDK’ê di çalakiya rûniştinê de ne. Çalakî bi şev û roj didome. Doh Xelkê wargehê daket qadan û peyama ‘Bila dagirker û xayîn bizanin heta dawiyê em ê li ber xwe bidin, ti carî jî teslîmbûnê nepejirînin’ dan.
Xelkê Mexmûrê ji bo şermezarkirin û nerazîbûna xwe nîşan bide bi poster û alên KCK, PKK, KJK, PAJK, YPG û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke bi heybet li dar xistin. Meş ji pêşiya şaredariya wargehê destpêkir û heta benda dawî ya kontrolê ya wargehê dewam kir. Li vir daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin: “Mafê her zindiyî heye ku li ser erdê bêy ferqa, zayend, reng, deng, ziman, çand bijî. Ji bo wê nabe ku mafê jiyînê ji aliyê hinek hêz û aliyan ve bê astengkirin. Bi salan in dagirker li ser xaka Kurdistanê hespên xwe dibezînin. Ji hemû çavkaniyên sererd û binerd sûdê digirin û dagir dikin. Salên 90’î bi hezaran welatî ji ber zilim û polîtîkaya parçekirinê bi darê zorê penaber bûn. Bi taybet sala 2019’an deweta Tirk û hevkarê wê PDK li dijî gelê wargehê êriş û şerê taybet dide kirin. Lê bila dagirker û xayîn bizanibin heta dawiyê em ê li ber xwe bidin û ti carî teslîmbûnê nepejirînin.”
Dayik 6 roj in li ber xwe didin
Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê jî ji bo bidawîbûna ambargoya ku PDK’ê daniye ser wargeha wan ev şeş roj in li ber Asayîşa PDK’ê çalakiya rûniştinê dikin. Çalakî bi şev û roj didome. Çalakger diyar dikin ku ambargo şêweyekî din ê êrişên li dijî wan e û wê bi berxwedana xwe êrişan têk bibin.