Di roja îro de zimanê nivîsîna wêjeya Kurdî li Bakurê Kurdistanê zêdetir Kurmancî ye. Herçî Dimilî ango Kirmanckî ye, heta niha pê zêde berhem nehatine nivîsandin. Lê hêjmara berhemên bi Dimilî jî her diçe zêde dibe. Ji van berheman yek jê jî pirtûka bi navê "Tî Dejêko Bêwayîr î" a Edîtorê Gun TV'yê Enver Yilmaz e. Pirtûka ku di bin navê “hikaye” de bicihkirî ji weşanên Tevn derket.

Enver Yilmaz ku ev 4 sal in di Gun TV'yê de editoriya Dimilî dike pirtûka xwe ya yekemîn bi Dimilî nivîsand. Yilmaz di pirtûka xwe de behsa wan bûyeran dike ku di zarokatiya wî de hatine serê wî. Her wiha mijarên weke pişavtin û travmayên zarokên ku bi zimanê biyanî mezin dibin jî pirtûka Yilmaz dixemilîne.


'Nirxê zimanê me tune bû'

Yilmaz diyar kir ku ew dema cara yekemîn çû dibistanê bi zimanekî cuda re rû bi rû maye. Yilmaz destnîşan kir ku gelê Kurd ji ber zimanên biyanî travma jiyane û ew jî bi heman travmayan re rûbirû ma. Yilmaz da zanîn ku ew dema çû dibistanê wî dît ku ew ziman ne zimanê wî ye û wiha axivî: "Zimanê me bi tenê di mal de mabû. Lê ji derveyî malan zimanê Tirkî serdest bû. Ev travma hate serê min jî. Em neçar man ferî Tirkî bibim. Di warê dêrûniyê de jî şer li derdora me hebû. Nirxê zimanê me jî ji aliyê perwerdehiyê, aborî û çandê ve tune bû. Sedema tunebûnê jî qedexe bûn." 


'Em dihatin pişavtin'

Yilmaz li ser polîtîkayên îro jî sekinî û diyar kir ku zimanê gelê Kurd heya niha ji hêla hikûmeta AKP'ê ve nehatiyê qebûlkirin û wiha axivî: "Zimanê me bi awayekî devkî tê qebûlkirin lê fermî nayê qebûlkirin. Ji ber serdestiya dewletê zimanê me nebû zimanê 2'yemîn jî. Jixwe mijara pirtûka min a sereke jî astengiyên li ser ziman in." Yilmaz li ser serpêhatiyeke xwe ya der barê ziman de jî kir û wiha dewam kir: "Berê kargehek me hebû. Ez û birayê xwe di nav kargehê de her tim bi dimilî diaxivîn. Lê dema em diçûn taxê ew bi Tirkî diaxivî. Dema min jê re digot çima Tirkî? Wî jî bersiva 'ji ber ku ti nirxî bi zimanê me nadin' da min." Yilmaz got, ne bi tenê bişavtin her wiha xweasîmîlasyonek mezin jî di nav wan de belav bûye. 


"Rewşa dimilî ne baş e" 

Yilmaz bi lêv kir ku dewlet bi polîtîkayên xwe yên taybet li ser Dimilî disekine û bi van polîtîkayan Zonê Ma, ango ev şêwezar ji holê radibe. Yilmaz diyar kir ku dewlet hê jî li Dêrsimê li ser Elewiyan, li Çewlikê li ser sunnitiyê polîtîkayên xwe dewam dike da ku Dimilî bikeve rewşeke cuda û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber vê yekê rewşa Dimilî ne baş e."


Enver Yilmaz

...sala 1980'yî li Amedê hat dinê. Bi eslê xwe ji gundê Mistanê yê navçeya Çewlikê Darahênê ye. Piraniya jiyana wî bi karkeriyê derbas bûye û piştî 2007'an bala xwe da ser ziman. Sala 2009'an, li KURDÎ-DER'ê di nav xebatên ziman de cihê xwe girt û mamostetî kir. Enver di rojnameya Azadiya Welat de û di hin kovaran de nivîskarî kir. Enver piştî 2011'an di nav çapemeniya azad de cihê xwe girt û niha jî di GUN TV'yê de editoriya Dimilî dike. ´Tî Dejêko Bêwayîr î´ pirtûka yekemîn a Yilmaz e. 


 DÎHA / AMED