Di semînara li Xwaringeha Anatolya ya li Spandau de yek ji rêveberê Civatê nivîskar û rewşenbîrê êzîdî Tariq Heso semîner bi rê ve bir û kesayetên wek Ahmed Balayî, Xenî Şahbaz, Îbrahîm Spîndarî, Kurmanc Harikî, Siyamend Harikî, Dilşad Yusif, Sîpan Reş, Dirbaz Yusif û Muzaffer Amêdî jî beşdar bûn. Celîl Şahbaz angaşta ku beriya dewletbûnê mirovahî di rewşeke baştir û çêtir de bû jî  bîr xist û wiha got: “Pirsyara di roja me ya îroyîn de ev e ku aya mirovahî bi serdestbûna dewletbbûnê re bi ser ket ango wenda kir? Dîsa mirovahî gihiştiye vê encamê ku mirov an jî civakên azad pêdivî bi dewletê nînin. Dewletbûn bi kolekirina mirovî ve dest pê kir. Ji ber ku hêza hilberînan a sereke mirov bû, navê mirovê berhemînan jî wek; bende an jî kole lê kirin.” Celîl Şahbaz herwisa li ser pirsyara Kurd û dewleta neteweyî jî ev nêrînên xwe bi civatê re parve kirin: “25 sal in Kurdistan di destê me de ye, lê me ne ziraet heye, ne sinaet heye û ne jî me bazirganî heye. Hîç tiştek me nîne. Eger ne ji wê gaz û neqda ji Iraqê bûya, wê xelkê Kurdistanê ji birsa bimiriyana. Partiyên me yên siyasî xelkê Kuridstanê kirine wek amûreke dengdanê ango mustehlik.”

Celîl Şahbaz di dawiya gotara xwe de amaje bi rêbaza çareseriyê ku di bin pêşengiya PKK’ê û wisa jî li Rojavayê Kurdistanê pêkhatî de kir û wiha got: “Ev Rêka Siyê ji aliyê min ve pir erênî xuya dike. Divabû ev ji mêj ve li cem me jî hebûya da ku karîbûya xelkê Kurdistanê bigihîne  Ez weku kes ji pêşketin û tecrûbeya Rojava gelek razî me, pirsyar ev e ku gelo dê bişên vê rewşê biparêzin, ev bingeha şoreşî pêş ve bibin û parastina gelê Kurdistanê bikin.”


 BERLÎN